18 december 2023

Bêyî serxwebûnê tu riyeke din li ber me nemaye

Serok û siyasetmedarên me dibê êdî baş bizanibin bêyî serxwebûnê, avakirina dewleteke kurd tu riyeke din li ber me nemaye.

Tirk, serokên wan tiştekî me qebûl nakin, her ku em hustuyê xwe xwar dikin, ew bêtir pê li serê me dikin.

Her roj bi kîn û nefretke mezin heqaretê li mezinên me, li şehîdên me dikin. Me dikujin, zulmê li me dikin.

Desthilanîn fereca xêrê ye, bêyî serxebûnê riyeke din li ber me nehîştine.


Xwestina me têrê nake, dibê ew bixwazin em bi hev ra bijîin. Ew naxwzin, dibêjin ya hûnê bibin tirk, ya jî emê tim pê li serê we kin.

Êdî wext hatiye siyasetmedar û serokên  me ji bo avakirina Kurdistanê bi tirkan ra veqetandinê minaqaşe û muzakere bikin.

Dibê em siyasetmedarên, serokên xwediyê vê hedefê, vê vîzyonê daxînin qada siyasî.

Bi tirkan ra ji bo jiyana bi hev ra me gelek rê û dirb ceribandin, me ji wan ra gelek tenzîlat kirin, tirkan bêyî înkarê û kuştinê hetanî nuha yek jî qebûl nekirine.

Bersîva wan tim asîmîlasyon, teror, kuştin û zulmeke bênabên e.
Perwerdeya bi kurdî qebûl nakin, zimanê me nakin resmî.

Alaya me, sembolên me qebûl nakin. Navên gund, bajarên me diguherînin, navên tirkî lê dikin.

Heqaretên nemayî li mezin û serokên me dikin. Heta bigihîje bi gorên mezinên me ên îdam kirine jî sed sal e nîşanî me nadin.

Qebûl nakin di meclîsa wan da em bi zimanê xwe bipeyivin.
Kurdek du gotinan bi kurdî dibêje, partî giş wek gurên harxar dikinê, nahêlin du gotinan bike; kurdî wek zimanekî jê nayê fêmkirin derbasî zebtan dikin.

Yanî nêta tirkan tuneye tu mafî bidin me, hesabê wan, hedefa wan me hêdî hêdî bihelînin, bikin tirk.
Lema jî bêyî blindkirina şîara serxwebûnê tu riyeke din li ber me nemaye.

Tiştê Erdogan û tirk ji bo filistîniyan ji Îsraîl dixwazin, dibê em jî ji bo xwe ji Erdogan, ji Tirkiyê bixwazin.

XXX

Serokê MHPê Develet Bahçelî gotiye,

”Ziman milet e. Zimanê miletê tirk û Tirkyê tirkî ye. Tirkî kevirê bingehîn ê îstîqlala me û yekîtiya me ye. Em qebûl nakin di meclîsa me da bêyî tirkî bi zimanekî din were peyivandin. Nabe em ji tiştekî wiha ra çavê xwe bigirin.”

Mêrik rast gotiye, ziman nemîne tirk jî namînin.

Dibê kurd jî êdî baş fêm bikin ziman garantîya hebûna me ye, zimanê me ji destê me here, emê bibin tirk. Jixwe ji nuha da bi miyonan bûne tirk.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE