19 december 2023

Herin Fûara Kitêban a Amedê çend kitêban bikirin

Li amedê Fûara Kitêban heye. Bi qasî ez di medyaya sosyal da taqîb dikim Fûar qelabalix xuya dike.
Hêvî dikim milet kêfî, ji bo gerê û girtina çend risman tenê naçin wir, çend kitêban jî dikirin.
Kesên li Amedê dijîn dibê herin fûarê li gorî qewetên xwe çend kitêban bikirin.
Ne hewceye ez navên weşanxaneyên kurdî yek bi yek li dû hevdu rêz kim, neçin standên tirkan, kitêbên tirkan nekirin, hûn diherin ser kîjan standa weşanxanê hûn bi kêfa xwe ne. 


Nivîskarên xwe bibînin, nas bikin, bi hev ra risman bigrin, lê ji fûarê destvala dernekevin, çend kitêban bikirin.

Bi kirîna 2-3 kitêban fêdê bigihînin weşanxaneyên kurdî, ji bo ku neyên girtin û kitêbxana kurdî bêtir zengîn bikin. Dest dest dişo, dest vediger rû dişo. Ez bi te, tu bi min, em giş bi hev.

XXX

Li Fûara Kitêban a Amedê kurdê here li nivîskarên tirk gudarî bike bizanibin ne tu meriv e, pir bêxîret e, bêheya ye, li ber xwe nakeve, ji bindestiya, ji koletiya tirkan ne aciz e.

XXX

Rica min ji we, çend deqîqeyan guh bidin Gewran Goyî, vî kurdê zana û dildarê kurd û Kuridistanê. Lê gudarî bikin, hûnê jê hez bikin.

Hebûna kurdên wiha ne tenê min pir kêfxweş dike, moral jî dide min.

Ev zana û alimê goyî dixwaze bibe serokê PAKURDê. Ji me ra siyasetmedarên wiha lazim in.

XXX

Li Îraqê û Kurdistanê hilbijartinên mehelî moralê kurdan pir bilind kiriye. Kurdên ji her partiyê wek bira bi hev ra çûne ser sandoqan, rayên xwe dane û bi hev ra şahî kirine.

Di vîdeoyan da meriv dibîne di nabêna xelkê da gelş tune ye, problem siyasetmedar in, ew li hev nakin.

XXX

Di panela "Standardîzasyona Kurdî" ya Weqfa Mezopotmyayê da li pişt panelîstan bi tirkî xêrhatinê dide başdaran, dibêje:

”Hûn bi xêr hatin Fûara Kitêban a Diyarbekrê”.

Gelo hebûna wê nivîsê mecbûrî ye, meriv nikanîbû rakira?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE