05 september 2023

Xizano bi tivdîra xwe nizano

Serokên Îraqê dixwazin serokên kurdan bi birçîbûnê bînin rê, teslîm bigrin.
Kurdên 32 salan wek dewleteke serbixwe bûn, pere di ser serên xwe ra davêtin, her serokekî wan bi qasî Qarûn zengîn bûne, 40 milyar dolar ketine bin deynan û motajî alîkariya Îraqê bûne.

Xizano bi ray û tivdîra xwe nizano.

Dibê meriv riya xwe nexe destê xelkê. Serokên kurdan riya xwe xistine destê ereban, dibê xwe nexistina vî halê xerab.

Tivinga wan vala ye, lema ereb ji wan natirsin. Li Îraqê giranî û qedrê kurdan bi qasî tirkmenan jî tune ye. Mesebîbên vê yekê jî serokên PDKê û YNKê ne. Wan kurd kurd perîşan kirine.

Yê bi destê xwe bike gerek ji netîceyê gazinan neke.

XXX

Serokê Tirkiyê Erdogan û artêşek giregirên dewletê li Soçîyê bi serokê Rûsyayê Pûtîn ra hatin ba hev.

Bi îhtîmaleke mezin hewcedariya Pûtîn bi alîkariya Erdogan heye, lema ban wî kiriye. Ji ber ambargoya li ser Rûsyayê, Pûtîn nikane sîleh û cebilxane û hin lazimiyên din bi dest xîne.

Ji Pûtîn ra delalek lazim e. Ew jî Erdogan e.

Erdogan li ber çavê NATOyê û Yekîtiya Ewrûpayê ambargoya li ser Rûsyayê îhlal dike, Pûtîn çi dixwaze Erdogan jê ra temîn dike, dibe teslîm dike.

NATO jî, Yekîtiya Ewrûpayê jî li vê delalî û îhlala Erdogan temaşe dikin, newêrin ji Erdogan ra tiştekî bibêjin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE