Em her roj li dora mala me digerin. Îro dinya xweş bû, me got em herin nava bajêr, ji xwe ra li hinderên me nedîtine bigerin.
Û em çûn başûrê Stockholmê. Li başûrê Stockholmê gelek derenên xweş, hêjayî
dîtinê hene. Ji nişka ve em rastî ”Quncikê Nacka” hatin.
Nacka, bi navê wî yê rastîn Karl Lennart Skoglund(1929-1975), lîstikvanekî
futbolê yê bi nav û deng bû.
Her roj bi sedan hezkiriyên wî diherin be mala wî, li ber peykerê wî risman digrin, wî yad dikin.
Li Swêd Nacak skoglund yek, Sven Tumba, bi navê wî yê temam, Sven Olof Gunnar
Tumba(1931-1911)dudu, herdu jî du futbolciyên efsane ne.
Tumba li saha futbolê jî, li ser bûzê jî tim qiral bû, efsane bû, çavê her kesî tim li ser wî bû.
Em li başûrê Stockholmê hetanî danê êvarî gerîyan, me gelek derên nuh û xweş dîtin.
Berî em ji mal bi rêkevin min ev çend rêzên jêr nivîsîn:
Kurd dibêjin gerîyayo diriyayo. Yanî yê digere di gelek tiştan,
hedîseyan digere, gelek tişta dibîne, gelek diştan fêr dibe.
Helbet ger û seyahet baş e, meriv gelek deran, gelek tiştên
meriv nedîtibû, nizanîbû dibîne.
Ger û seyahet zanîna meriv, zeka meriv bi pêş dixîne, asoya
meriv berfirehtir dike.
Lê ji bo gerr û seyahetê jî pere û îngilîzî lazim e. Yên min
û xanim pere îdare dibe, lê îngilîzî sifir e.
Lema em wek teyrên baskşikestîne, em nikanin zêde dûr
bifirin.
Ji dêlî gerr û seyrana welatên dûr, emê nuha herin li nava
Stockholmê bigerin. Belkî em çend ciyên nuh bibînin.
Reve pisikê heta kadînê ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar