Her kes nikane rastiyê bibêje. Çimkî deremek ”jahrî” bi gotina rast ve heye; carnan gotina rast talûke ye, serê meriv dixe teşxeleyê, dijminan ji meriv ra çêdike.
Lê gotina rast tahl be jî, serê meriv têxe belayê jî dibê meriv biwêribe bibêje,
ji tiştê şaş ra çavên xwe negire, xwe kerr û lal neke.
Dibê hinek biwêribin rastiyê bibêjin, tiştê ne li rê, karê şaş rexne bikin.
Merivê rastgo marûzî hin êrîşan bibe jî tim bi heq e. Çimkî kes nikane rastiyê lekedar û reş bike.
Bi gotina rast meriv huzûrê dibîne, di ûjdanê xwe da rehet dike, ji gotina xwe şerm nake.
Gotina peyva rast carnan ji meriv ra problemê bîne jî ji meriv ra ne serhevde ye, ne leke ye, ji bo meriv, ji bo tarîxa meriv serwet û mîrateka baş e.
Gotina rastîyê qerekterekî saxlem, şexsîyeteke azad, serbixwe xurt dike, meriv serbilind dike.
Dara rastiyê dereng fêkî bide jî fêkiyê baş dide.
-Rasto sewal tune, xwaro heval tune.
Yanî yê rastgo kes neheq nake, lê xwaro hevalê wî tune ye. Hinek ji rû heval
bin jî ji dil ne heval in.
-Rasto bi Xwedê ra, xwaro bi erdê ra.
Xwedê jî, civat jî bi merivê rast ra ye, destpêkê jê ra hin gelş çêbibin jî tim
serbilind e. Lê xwaro perîşan dibe.
Ji dêlî ku ezê rastiyê înkar bikim, ji nedî va werim û hevalan ji xwe ra çêkim,
ezê rastiyê bibêjim, ji şaşiyê ra bibêjim şaş e, hevalên nerastgo ji xwe
bixeyidînim baştir e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar