07 september 2023

Ez nebînim jî ezê di wê riyê da bimrim

 Ji mûriyê pirsîne, gotine:

-Bi ku da?
Mûriyê gotiye:
-Diçim Hecê.
Gotina bi vê meşê, bi van nigan tu yê herî Hecê?
Mûriyê gotiye:
-Erê, ez negihîjimê jî ezê di riya wê da bimrim.
Yê min jî ev mesele ye, ez Kurdistana serbixwe nebînim jî ezê di riya wê da bimrim. Ew jî têra min dike.
Berê min digot li başûr berbihev anîne, hindik maye, înşela ezê Kurdistana serbixwe bibînim.

Lê nuha hewqasî ne optumîst im, roj bi roj ew hêviya min kêm dibe. Serokên me ne erbabên vî karî ne. 
Şansê çêkirina Kurdistana serbixwe hat ber nigên wan, lê wan ew şans bi kar neanîn, nigên xwe lê dan, ew ji ber deriyê xwe qewitandin. 
Nuha jî îhtîmala çêbûna Kurdistaneka serbixwe pir zeîf e. Şeş(6)sal berê ev şans zêde bû, nuha pir kêm e.
Sal bi sal xwezî bi par.

XXX

Êdî wiha bûye reva ji welatê xwe jî têrê nake, kurdan xelas nake. Kurd birevin ku Tirkiye wer li dû wan e, wer li ser pişta wan e.

Destê dewletê dirêj e, li kîjan welatî be jî Tirkiye destê xwe dixe gewriya kurdan, qulpekê pê ve dike, sûcekî jê ra dibîne, teslîm digre, dibe davêje zindana xwe.

XXX

Rehetî, jiyaneke bêteqreq, bêyî ketin û rabûn pir tiştan fêrî meriv nake. Ketin û rabûn, têkçûn, marûzî hin êrîşan bûyin gelek tiştan fêrî meriv dike.

Hevalê baş û xerab di rojên deng da meriv ji hev digerîne.

Dibê meriv ji her serpêhatiya xwe dersê bigire.

XXX

Dibêjin roja sibê li meriv nexe, ya êvarê xêr tê tune ye.

Wele ne rast e, saet nîvek min û xanimê li hewşê me xwe daye ber tavê, ji germa eynî em qijilîn.

Em li aliyê hewşê yê rojava rûniştine, piştî em ji gerrê hatin, me qahwa xwe li wir vexwar.

Xanim rabû çû ket mitpaxê, ket hinge-dinga şîvê, ez hîn li vir im, ji xwe ra kûr kûr difikirim.

Heta sî xwe bide ser min ez û xem û xeyalên xwe emê li vir bin, bi hev ra têkevin hesbûhalê.

2023-09-06Şansê çê

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE