08 september 2023

Payiza jiyanê

Ez li heynê xwe danaynim bibêjim, gazinan bikim, lê weleh extîyarî ne tu hal e, bela serî ye.

Geh çav diêşe, geh pişt diêşe, geh çîp diêşe. Geh diran diêşe.
Tu derekê tahmîr dikî, derke din arize dide. Hal û karê meriv tahmîrat e.
Erebe kevn bibe, ne mimkûn e meriv bi temamî nuh bike. Ji bo hinekî umirê wê dirêj bike, zû îstop neke meriv lê miqate be, arizeyên wê îhmal neke baş e.
Extîyarî jî wiha ye, xweş e, meriv payiza jiyanê dijî, lê hin gelşên wê hene, dibê meriv qebûl bike; gazin nabe derman.


XXX

Hin kurd bêhemdî xwe, bi nêteke paqij bi serketinên tirkan ên di sporê da kêfxweş dibin.

Çimkî ne ziman tenê, fikrî û rûhî jî em zêde asîmîle bûne, em xwe ji tirkan cihê nabînin.

Ma we qet dîtiye, bihîstiye filistîniyek heta erebek di sporê da bibe terefdarî taximên Îsraîl, bi serketina taximekî Îsraîl kêfxweş bibe?

Tiştekî wiha nabe, çimkî bi ereban ra şiûrê netewî heye, bi piraniya kurdan ra şiûrê netewî nemaye, di praktîkê da bûne tirk.

Sûcdarê vê yekê siyasetmedarên kurd in, ronakbîr û serokên kurd in, ew hest û şiûrê netewî, nasyonalîzmê bi kurdan ra xurt nakin.

Êdî wiha bûye em ferqê naxin nabêna xwe û tirkan, hin caran bêhemdî xwe wek tirkan difikirin, wek tirkan li meseleyan dinêrin.

Ev yek ne ji ber nêteke xerab e, netîceya asîmîlasyonê ye.

 

XXX

-Kesê di xortaniya xwe da dareka zanînê neçandibe, dema extîyar bibe nikane siyeke di binî da rehet bike bibîne.

///Seneca
Çi heyf aqilê xortaniyê kêm e, meriv qet bîra kalîtî û pîrîtiyê nabe, tedbîra dawiya umir nagire.
XXX

Carnan meriv li ciyê rehetiyê serê xwe dixe cuherê vala.

Serê neêşe dibê meriv paça lênegerîne, lê carnan qeza çêdibe, meriv mecbûr dibe him paça lê bigerîne, him jî têxe cuherê vala.

Zimano leqleq, serîyo teqreq.

Meriv nikane qûna dinyayê rast bike, çimkî derî qeweta meriv e.

Serîyo bi xwîno, ji derdê zimêno. Lê her ketin û rabûnek tecrûbeyeke, ji meriv ra tecrûbe jî lazim e.

XXX

Heta em kurd nebin xwedî dewlet, xwedî artêş, xwedî tank, top û balafir Tirkiye tu carî me rehet nahêle. Artêşa wê ne bes e, bi hezaran çeqel, û çeteyên îslamî çekdar kirine, van keriyên gurên har dajon ser Kurdistana Rojava.
Îro ço di destê Erdogan da, hespa mêrik dibeze. Lê surprîzên dinyayê pir in.
Gerek Neteweyên Yekbûyî li terorîzmê temaşe nekira, lê dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE