08 september 2023

Em sê rihayî îro bi hev xenê bûn

Min îro bi du dost û hemşeriyên xwe yên ezîz ra, bi Memo Êzdî û Eliyê Kosan ra sohbetek dirêj, xweş û nostaljîk kir.

Herdu jî hemşeriyên min in, rihayî ne. Memo sirûcî ye, Elî jî hîlwanî ye, ez jî wêranşarî me.

Min îro têr li devoka rihayê, berferatiya gudarî kir. Demokek pir xweş e, kêfa min jê rat ê. Gelkî dişibe devoka Kabanê.

Lê bi ya min devoka Sirûcê ji ya Kobanê otantîktir e.

Di sala 1980î da dema ez hatim Swêd herdu jî çend sal bûn li Swêd bûn, yanî çend tertîbên berî me bûn.
Di wan salan da em wek hev nedifikirin, xwedî fikir û siyasetên cihê bûn.

Lê ev yek tu carî nebû sebebê qutbûn û xerabûna sostaniya me. Eev 43 sal in dostaniya me dom dike.

Ez û Elî carnan hevdu dibînin, bi hev ra qahwakê veixwin.

Lê min û Memo belkî ev 30 sal in me hevdu nedîtibû. Çendakî berê di festîvala kultur hunera kurdî da em rastî hev hatin. Me soz da hev em carnan hevdu bibînin, hinekî sohbet bikin.

Me bi îro dest pê kir. Elî em birin kafeterya IKEAyê. Min û Memo nedîtibû. Dereke paqij û xweş bû. Me têra xwe sohbet kir, me rojên borî bibîr anînin.

Rojeke xweş bû, sebra me bi hev hat, bîna me fire bû.
Gelek sipas ji bo rêberî û mazûbaniya Elî.  

Ji şansê xerab ra me kes nedît rismekî me bigire. Lema rismê sohbeta me tune ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE