Heta neyê serê meriv, meriv bîr nabe. Tu tiştek wek jiyanê bi bîmet tune ye, piştî belayek tê serê meriv, nexweşiyek bela xwe di meriv dide, wê çaxê meriv ferq dike jiyan çiqasî şîrîn e. Dibê meriv hertim ne bonkêr be.
Ya jî di jiyanê da şîrîn û tahl bi hev ra ne, carnan şîrîn dibe, carnan tahl
dibe.
Heta ji meriv were dibê meriv tahliyên jiyanê kêm bike, lê ew jî hertim ne di
destê meriv da ye.
Jiyan wek çirakê ye, çaxa vêketiye dora xwe ronî diket, lê gava tu pifkê vedimere, her der tarî dibe.
Jiyan, sihet hertim bêproblem, li gorî dilê meriv dom nake, carna berjêr, carnan jî berjor dibe. Carnan jî ji nişka ve meriv kût dike, gopal dide destê meriv, meriv di nav nivînan da dike term.
Gul bê sitrî, jiyan bê surprîzên meriv ne li bendeye nabe. Gazin meriv ji gelşê xelas nake.
Jiyan wek lîstikekê ye, meriv mecbûr e bilîze, lê hertim
kabê meriv mîr nayê.
Yekî gotiye jiyan wek romaneka macarayê ye, em nizanin ewê
çi bibe, rûpelan biqulibînin, tahma jiyanê bigrin.
Jixwe meriv wer dike, problem di hin rûpelan da surprîzên meriv ne li bendeye
derdikeve pêşiya meriv. Ji nişka ve nig dikeve ber meriv, meriv kût dibe.
Hin kes di Facebookê da derdên xwe, gelşên xwe, nexweşiyên xwe dibêjin, însan
ya pê xemgîn dibin ya jî pê kêfxweş dibin, lê ev yek gelşa meriv çareser nake, siheta
meriv li meriv venagerîne.
Vegerek U ya jiyanê tune ye, meriv tim bi pêş da dihere. Problem
di vê riyê da gelek qeza û bela derdikevin pêş meriv, gelek tiştên tahl û tirş
tên serê meriv.
Hin nexweşî bela xwe di meriv didin, dûzana meriv xera dikin, rûtîna meriv
diguherin.
Tiştê ji meriv tê bîna xwe fire bike, li riyên çareseriyê bigere.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar