Di civînan da, di kongreyan da hin kes ji dêlî li axaftinên tên kirin gudarî bikin, bala wan li ser axaftinan, li ser tiştên tên gotin be, telefonên wan di destên wan da ne, bi telefonên xwe mijûl in, çavên wan di telefonan da ne.
Belkî nivîskarekî tirk, rojnameyeke tirkî dixwînin, ya jî li Tîk Tokê temaşe
dikin.
Ê heger hûnê di civîn kongreyan da li xelkê gudarî nekin, heger hûnê li Tîk Tokê
temaşe bikin, çima hûn diherin wir?
Hema neçin çêtir e.
Di civîn û kongreyan da meriv telefona xwe digre, bêdeng dike.
Di civînan da mijûliya bi telefonê tiştekî gelkî ne xweş e, ji raketinê xerabtiur e, min matmayî dihêle. Dibê hinek rismên van kesan belav bikin.
XXX
Her parî tê cûtin, her gotin nayê gotin. Her mange tê dotin,
her gotin, her derd, her gelş nayê gotin.
Carnan can îsrehetê, tahtîlê dixwaze. Dibê meriv zêde zorê
nedê, kane ji kok da xera bibe.
Vê medyaya sosyal a malwêran ruh ji me girtiye, em siheta
xwe îhmal dikin, bêhemdî xwe em bûne tiryakiyên wê.
XXX
Roj dihe qeda û bela nare. Meriv sip î sax e, ji nişka ve nig
dikeve ber merin, meriv kût dibe, dikeve nava nivînan. Meriv nikane gava xwe
bavêje.
Yanî surprîzên jiyanê pir in, hinên wan baş in, meriv dilşa dikin, lê
hinên wan jî meriv kût û kulek dikin.
Meriv nizane çi li pêşiya meriv e, kurd
dibêjin Xwedê meriv ji bêtarên mezintir, xerabtir bisitirîne.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar