05 september 2023

Tenêtiya li xerîbîstanê

Kulîlk gava diçilmise bi ser qamîşê(sapê) xwe da hustuxwar dibe. Tenêtî tiştekî wiha ye. Meriv bi ser bejna xwe da hustuxwar dibe, bi tena serê xwe dikeve derya xem û xeyalan.

Tenêtiya li xerîbiyê ji tenêtiya ji welatê meriv, ji ya cî û warê meriv pir zortir e.
Tu ji malê derê tu yê herî ku, herî bak ê?

Tu nikanî herî li bajarê xwe bigerî, herî dikana dostekî xwe, pê ra têkevî şêwr û mişêwran, tu naikanî herî qahwexaneyekê, nas û dostên xwe bibînî. 

Tu ne hevsî ye, lê tu xwe wek hefsiyekî bi tenê his dikî…

Baş e kompîtor heye, meriv pê tenêtiya xwe ji bîr dike, dijîtal digere, însanan, nas û dostan dibîne, li wan gudarî dike.

XXX

Hin însan di medyaya sosyal da nenivîsin kesê bi mistewa wan, bi cehaleta wan, bi cilqî û murîdiya wan nehese.

Lê bi nivîsên xwe, xwe didin dest, qerekter û mestewa xwe eşker e dikin. Heger wer nekin ewê wek qutiya devgirtî bin, kesê nizanibe çi di qutiyê da heye.

XXX

Tecrûbeyên jiyanê mamosteyên herî baş in, lê destpêkê meriv ferq nake, meriv jê sûdê nagire. Piştî sal di ser hev ra diqulibin, piştî meriv radihîje gopêl şîretên jiyanê tên bîra mariv.

Meriv bîr bibe kane ji şaşiyên xwe gelek ders û ibretan bigire.

XXX

-Heger av bihata zimên, bipeyiviya ewê ji hin kesan ra bigota, ji dêlî destê xwe dilê xwe bişo.

-Ne hewceye hûn mikemel bin, sexte nebin bes e.

-Wek meriv kevir bi nigê pinpinîkê va girê bide, dûra jî bibêje de haydê bifire! Bask heye lê barî pir giran e.

Yekî gotiye:
-Tenêtî ji bo merivê jîr kêf e, bi fikir û dinya xwe ya xeyalî ra tenê dimîne.
Lê di tenêtiya zêde dirêj da jî meriv xwe wek girtiyekî bi tenê his dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE