Serê salan e em kurdên Kurdistana Bakur li ser Kurdistana Başûr ketine gewriya hev, hevdu rexne dikin, carnan jî bêsebeb dilê hev dihêlin. Go reş bi reş kenîya, gewr belatewş kenîya.
Serokên PDKê û YNKê mêrikan bi hevalên xwe ra, bi dewletên mitefikê xwe ra ji xwe ra tivdîrekê, dolabekê digerînin, em kurdên bakur jî bêsebeb xwe bi bende wan dixînin, xwe li ber baranê şil û pil dikin; dilê hev dihêlin, gelek nav û nîçokan li hev dikin.
Ne dengê me dihere kesî, ne kes filisekî di dîtin û rexneyên me dide.Di medya sosyal da em çend kes ji xwe ra dibêjin, ji xwe dikin qîjwîj.
Yên 32 salan li hev nekirin, ji miletê xwe ra tu havileke mayinde nekirin ji nuha pê da jî nakin, êdî min hêvîya xwe ji wan qut kiriye.
Tenê mûcîzeyek kane rewşa başûr baş bike, ji vê kaosê xelas bike.
Ereb û tirkmenan li Kerkûkê 5 kurd kuştine, gelek kes birîndar kirina, serokên kurdan jî tenê bi beyanan xemgîniyên xwe tînin zimên û fermanê didin, dibêjin ”wan wek şehîd qebûl bikin.”
Helbet şehîd in, ma di şerekî malbatî, şexsî da hatine kuştin?
Yanî tiştê di destê me da maye şîn û girî ye, bû beyanên vala, bêbandor, bênetîce ne.
Rewşa Kurdistana Başûr di warê siyasî, eskarî, aborî da pir û pir xerab e. Lê wiha dom nake, li derekê ewê biteqe.
Hedîseyên mûcîzewî jî carnan diqewimin.
Hêvî dikim mûcîzeyek biqewime, Xwedê aqilekî selîm, netewî bide van serokan, ya jî milet ji destê wan xelas bike, hin kesên baştir, baqiltir werin ser hukim, dawî bidin vê qaosê.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar