03 september 2023

Îro em li festîvaleka xweş bûn

Em têra xwe îro qefilîn. Îro li Stockholmê, li parqeke nêzîkî mala me ya bi navê Hagelbyparken(Parqa Hagelby)festîvala kultur hunera kurdî hebû. Festîvalaka xweş, rogrameke dewlemend bû.
Bi taybetî ji bo zarokan gelek tiştên xweş hazir kiribûn. Atolyeyên risimçêkirinê, muzîkê, lîstikan hebûn ji bo zarokan hebûn.

Şivan Perwer, Hanî Mujtahedî, Serhedo, koma Zarok Ma, Banda Mezopotamya, Govenda Zarokan, Gundê Çanda Kurdan, çend sitranbêj û komên din hebûn. 

Ez û xanim danê nîvro, saet berî donzda ji mal bi rêketin, peyatî çûn festîvalê.

Saet hetanî 16.00 jî hewa xweş bû, lê dûra danê êvarî hewa cemidî em qefilîn. Çimkî program li derve bû. Me kincên germ jî li xwe nekiribû, xanim baş qefilî.



Şivan Perwer wek hercar, vê carî ji dêlî bistirê, berê bi kurmancî dest semînereke dirêj kir, li dora 10.15 deqan axaftineke siyasî kir.

Piştî kurmancî, dîsa wek hercar dest bi îngilîzî kir. Bi texmîna li dora 20 deqa semînereke bi îngilîzî da kurdan.

Ez bi îngilîzî nizanim, tiştê min jê fêm kir gelek şîret li kurdan kir, got em ne terorîst in, Tirkiye terorîst e.

Xelk çûbû li sitranên wî gudarî bike, lê wî konferanseke siyasî da, gelek kes rabûn çûn, piştî kilama duduya em jî rabûn çûn.

Jixwe êvar bû, saet dihat 19.00, me hew deyax û tehamulî sermayê kir.


Piştî em hatin malê, paldûza min telefon kir, got me di telewîzyonê da li we temaşe kiriye. Tu nabêjî program zindî dane, li welêt gelek kesan em dîtine.

Di festîvalê da min çend dost û hevalên xwe yê bi salan bû me hevdu nedîbû dîtin. Dostê minê hêja nivîskar Kamran Simo Hedilî ji min ra romana xwe ya dawî(Qolincên Nûjiyanê, Gulhez û Berxikê Yadê) îmze kir û diyarî min kir. Pir memnûn bûm, mala wî ava be.



Roman ji alî Weşanxana Aramê ve di hezîrana îsal da hatiye weşandin. Roman 315 rûpel e.

Kamran Simo Hedilî romanên macera, abstrakt nanivîsîne, berhemên wî ya otobîyografîk in, ya jî xwe dispêrin rastiyê jiyanê, serpêhatî û şahidiyên gerîlla û kesên marûzî zulm û terora dewletê bûne.

Ji bo ku ev romana hêja li kitêbxaneya kurdî zêde kiriye mala wî ava be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE