03 september 2023

Dixwazin Kerkûkê jî bikin Efrîn

Hefteyeke ereb û tirkmenan rêya Kerkûk û Hewlêrê girtine, nahêlin PDK baregehên xwe yên li Kerkûkê vekin.

Kurd vê yekê protesto dikin. Erb û tirkmenan êrîşî kurdan kirine, di şer û pevçûnan da hetanî nuha 3 kurd hatine kuştin û 9 kes jî birîndar in.
Artêş û pûlisên Îraqê di bin ra alîkariya êrîşkaran dikin, cesaretê didin wan.
Tiliya Tirkiyê jî di vê êrîşê da heye. Çimkî tirkmenên êrîşî kurdan dikin zilamên Tirkiyê ne, bêyî emrê Tirkiyê bi ereban ra êrîşî kurdan nakin.
Hêzên dagirker ji bêtifaqiya kurdan cesaretê digrin û diwêrin êrîşî kurdan bikin.

Artêşeke kurd a netewî hebûya nuha ewê miletê xwe biparasta. Ji ber ku ew tune ye kurd nikanin xwe biparêzin.
Pêşmergeyên PDKê û YNKê jî hetanî nuha midaxeleyî şer nekirine.

Hersê kurdên li Kerkûkê hatine şehîdkirin

Serokên PDKê û YNKê û serokkomarê Îraqê Abdulletîf Reşîd beyanan didin, êrîşkaran şermezar dikin.

Bi beyanan, bi şermezarkirinê ev mesele hel nabe, êrîşkar, dijmin ji te netirse, zorê nebîne Kerkûkê nadin, hêdî hêdî ewê Kerkûkê jî bikin Efrîn.
Mûsil çawa kirin bajarekî ereban, Efrîn çawa ji kurdan stendin, dixwazin Kerkûkê jî hêdî hêdî ji kurdan paqij bikin, bikin bajarekî ereban, bikin Efrîn.
Sûcdarê vê yekê serokên YNKê û PDKê ne, bêtifaqiya wan, şer û teşxeleyên nabêna wan bû sebebebê dagirkirina Kerkûkê û vê netîceya malwêran.

XXX

Xerakirin rehet e, avakirin zor e. Pêşiya îşa xweş e, dawîya îşa reş e. Destpêkirina herbê rehet, lê qedandina wê pir zor e.

Pûtînê gewî bûbû bawer nedikir şerê Ukranyayê ewê hewqasî dirêj bajo û hewqasî malwêran be. Nuha kes nizane şerê kînga biqede, belkî çend salên din bajo. Belkî hetanî Pûtîn sax be neqede. Timakarî, hesabekî şaş carnan mala meriv dişewitîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE