02 september 2023

Exlaq

Ji avê pirsîne, gotine:

-Emê çawa te bibînin?
Avê gotiye:
-Heger we li derekê şirrînek, xuşînek bihîst, ez li wir im.
Ji êgir pirsîne, gotine:
-Emê çawa te bibînin?
Êgir gotiye:

-Heger we li derekê dûxan dît, ez li wir im.
Dor hatiye ser exlêq. Eynî pirs ji exlêq(exlaq) jî kirine. Exlêq gotiye:
-Heger hûn min wenda bikin, hûnê tu carî nikanibin min bibînin.

Lema jî yê carê bêexlaq bû hew li xwe vedigere, hew kane bibe merivekî bi exlaq.

XXX

Berdan Mardîn gotiye:
 ”Ji bo ku ez rojhilatî me ma dibê ez bi şelwer bigerim?” Kurdên hîn jî ji xwe ra dibêjin ”dogulu/rojhilatî” hene. Mêrik ji bo ku nabêje ez kurd im, xwe kiriye ”rojhilatî”! Însanê newêribe eslê xwe, navê welatê xwe bibêje ne tu meriv e.

 XXX

Kurd bûne cihûyên sedsala 21ê, neyarên me li tu derê, li tu welatî rehetiyê nadin me.
Cihû ne li welatê xwe bûn, mahcir bûn lema xelkê rehetî nedida wan,yên me ne li Ewrûpayê û li welatên din tenê, li welatê me jî rehetiyê nadin me.
Bi artêşên xwe, bi çeteyên xwe wer li ser pişta me ne.

XXX

Facebookê vê sibê ji ber vê nivîsa min "Çeqel û rûvî dixwazin şêr ji ber xwe da bixînin" hesabê min girt, got xwedêgiravî di nivîsa xwe min kîn û nefret bela kiriye.

Min îtîraz kir, min got we şaş fêm kiriye.

Nuha min bala xwe dayê blokaja ser hesabê min rabûye.

FB bûye pêkenîn.

Êdî wiha bûye Facebook qebûl nake meriv navê Tirkiyê û erdogan jî bigre devê xwe, ya dibê meriv pesnê Titkiyê bide, ya jî qalê neke.
Meriv çi rexneyê li Îranê, li Îraqê, li Sûriyê, li Rûsyayê bigire jî Facebook tiştekî nabêje, lê li ser Tirkiyê rexneya herî sivik jî qebûl nake. Ev ne tiştekî normal e, miheqeq di nabêna FBê û Tirkiyê da tiştekî veşartî heye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE