02 september 2023

Facebookê dîsa bela xwe di min daye

Ev çendak bû Facebookê bela xwe ji min vekiribû, nivîsên min sansor nedikir.

Îro dîsa ji ber vê nivîsa min "Çeqel û rûvî dixwazin şêr ji ber xwe da bixînin" kontoya min girtine, gotine heta 5ê mehê me tu ceza kiriye, heta wê rojê hesabê te ewê girtî bimîne.

Min îtîraz kir, lê ez bawer nakim biryara xwe biguherin. Facebookê ji tahmê derxistiye, bûye wek dezgeheke Tirkiyê, li gorî qanûnên Tirkiyê û fermana Tirkiyê hereket dike.

Facebook îsal wa bû, berê tu carî nivîseke min sansor nedikir.
Lê îsal bi tirkiyê ra lihevhatinek kirine, hema hema her nivîsa Tirkiyê, tirkan, Erdogan rexne dike, sansor dikin, hesabê min çend rojan digrin.

Wer xuya dike Tirkiye ekîbek kurd, kesên bi kurmancî zanin di Facebookê da wezîfedar kirine, ew nivîsên bi kurdî kontrol dikin.

Ya jî xwe dane bende min tenê, her nivîsa min kontrol dikin. Çimkî ji serê salê da ye her nivîsa min a Tirkiyê, tirkan, Erdogan rexne dike di cî da sansor dikin, hesabê min çend rojan digrin. Îro jî eynî tişt kirine.

XXX

Ji avê pirsîne, gotine: -Emê çawa te bibînin? Avê gotiye: -Heger we li derekê şirînek bihîst, ez li wir im. Ji êgir pirsîne, gotine: -Emê çawa te bibînin? Êgir gotiye:

-Heger we li derekê dûxan dît, ez li wir im. Dor hatiye ser exlêq. Eynî pirs ji exlêq(exlaq) jî kirine. Exlêq gotiye: -Heger hûn min wenda bikin, hûnê tu carî nikanibin min bibînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE