31 augusti 2023

Çeqel û rûvî dixwazin şêr ji ber xwe da bixînin

Rûvî(rovî) ji çeqel ra gotiye:

-Law rûvî, ma emê vî şêrî çawa ji ber xwe da bixînin?

Çeqel di bin çavan ra li rûvî nêrî ye, miziciye, gotiye:

-Dema aqil û fêlbazîyên te têrê neke qeweta min qet têrê nake.

Di mesela Kerkûkê da çeqel û rûviyên tirkmen, tirk û ereb li hev kom bûne, dixwazin Kerkûkê ji kurdan bistînin.

Kerkûk dilê miletê kurd e, çeqel û rûvî çi fêlbaziyê bikin, çi dek û dolaban bigerînin jî nikanin rastiya tarîxî, sosyolojîk biguherînin.

Kerkûk bajararekî Kurdistanê ye, çeqel û rûviyên ereb, tirkmen û tirk nikanin ji şêran bigrin. Şêr îro birîndar in, lê dîsa jî rûvî û çeqel ne hemtayê şêran in.

XXX

Cîranê xerab bela serê meriv e, teniya bi don e, toza di çavê meriv da ye. Meriv tim difirikîne.

Cîranên me ne tenê xerab û teniya bi don in, di ser da dagirkerên welatê me ne jî. Ne bi rev tê, ne bi avêtin tê. Emê ji van cîranên xerab çawa xelas bibin ez nizanim…

Înşela ya baş bibin ya jî bela xwe ji ber nigê xwe bibînin.

XXX
Qorix bi sebrê dibe tirî, lê kar bi sebrê nameşe, dibê meriv dest bavêjê, bixebite. Betalî xirabmalî.
Bêtifaqî jî bi sebrê ji ortê ranabe, dibê meriv lê bilezîne.

Av çiqasî di golan da bimîne genî dibe. Gava kar dirêj bajo, sal û zeman di ser ra here xera dibe.


Beranê bisko ba ewê di nav pezê bavo da ba. Hin kurdên him bûne hevalên dijmin, him jî şîretan li kurdan dikin, aqil didin siyasetmedarên kurdperwer.


Hûn pir baş bûna hûn nedibûn hevalên dijmin.
Parlamenterê Huda-Parê yê Êlihê Serkan Ramanli gazin kiriye ji ber ku hukûmetê kurmancî jî nexistiye nav zimanên 
e- reçeteyê. 

Serkan Ramanli tiştê ji hukûmetê dixwaze partiya wî bi xwe nake. Malpera partiya wî bi tirkî ye. Yê ji hukûmetê mafê azadiya kurdî bixwaze dibê malpera partiya wî jî bi kurdî hebe.

Malpereke YSP jî bi kurdî tuneye, lê ew jî irqçîtiya hukûmetê rexne dike.
Tiştê hûn ji hukûmetê dixwazin bi xwe jî bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE