01 september 2023

Barana bênabên bihar bi paş da anî

Li Stockholmê dîsa ximîna baraneka bi zirp e. Baraneke wer dibare bîstek din li her derê ewê lehî rabe. Lê erdê mala me serad e, çiqas dibare jî li hewşê tiştek kom nabe.

Di hundur da dengê wê meriv ditirsîne, bi kûzan tê xwarê.

Hewqas barî ye êdî erd têr bûye, çendakî nabên bidayê, biçûya li Wêranşarê, li Qerejdaxê bibariya baştir bû, lê nake.

Erd bûye wek biharê, gîha, nefel, hoşib û holmiyan hatiye navê. Meriv nizane payiz e, hawirdor hişin dike.

Di gerê da ez tim ji xanimê ra dibêjim, xwezî ev gîha, ev nefel nuha li Qerejdaxê bûya, terş û dewêr ewê ji xwe ra têr bixwara.

Wiha dom bike gerra me ya rojane bû derew. Lê bîstek din qey ewê veke. Hela em binêrin çawa dibe.

Do roj pir xweş bû, 20 derece germ bû, di gerê da îşligê pî kin li min bû, dîsa jî min xwî da.

XXX

Do min li vîdeoyeke Salahedîn Mohtadî temaşe kir
Kekê Salahedîn Mohtadî di axaftina xwe da dibêje 5 bira ji malbata Sultanî şehîd ketine.

Min got belkî min şaş fêm kiriye. Min ji kekê Omer Şêxmûs pirsî, got rast e, 5 bira ji mala Sultanî hatine şehîdkirin.
Kezeba min perçe bû. Ez lal bûm. Kîjan dil kane tehamulî wahşeteke wiha bike hişê min nagire.
Îranê û Tirkiyê barbariyên pir mezin kirine, şehîdkirina 5 şêran, 5 egîdan wahşeteke dûrî aqil e…

Ez gotinê nabînim êş û kerba dilê xwe bidim der. Li hemberî êşeke wiha kevir dihele.
Heger ez navên wan fêr bûm ezê tiştekî li van qehremanan binivîsînim, bira xwendevanên min wan nas bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE