01 september 2023

Tirkiye Efrînê jî dike Antakya

Tirkiye Efrînê gav bi gav, hêdî hêdî dike bajarekî tirk û Tirkiyê. Her roj dezgeheke xwe li Efrînê av dikin. Vê carê jî ”Navenda Kultura Tirk” vekirine.
Di dagirkeriyê da tu milet bi qasî tirkan ne hoste û jîr in.

Mêrikan ji mûriyan jî xerabtir in, her dera dagirkirine di nav çend salan da miletê wê derê qelandine û ew der kirine erdê xwe, bajarê xwe.


Li Antakyayê, li Mêrsînê, li Îskenderûnê ereb zû helandin û Antakya kirin bajarekî xwe. 

Qibris dagir kirin û li xwe helandin. Nîvî Qibrisê bûye erdê tirkan.

Nuha jî dora Efrînê ye, li ber çavê me Efrînê dikin bajarekî Tirkiyê.
Û hin xayinên me hîn jî di vê cepheyê da ne, ji bo çend qurişên pîs xwe teslîmî Tirkiyê kirine, bi çavpanî li vê dagirkeriya welatê xwe temaşe dikin.

XXX

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd li ser bûyerên Dêrazorê Gotiye:

“Gelek aliyên dijber dixwazin aramiya herêmê têk bibin û DAIŞê vejînin ji bo ku îradeya gelên herêmê têk bibin.”

Daîşeke bi serê xwe tuneye, Daîş û her hêza îslamî ya bi navekî din giş legosoldatên/leşkerên Tirkiyê ne.

Tirkiye ji dêlî artêşa xwe, leşkerên xwe yên bi rutbe bişîne ser kurdan, van çeteyên îslamî bi kar tîne.
Lê xwediyên wan Tirkiye ye, meaşên xwe, emrên xwe ji tirkiyê digrin.
Lema jî ne rast e meriv Daîşê ji Tirkiyê cihê nîşan bide, Daîş hêzake çekdar a Tirkiyê ye.b

XXX

Dibêjin qûn bi paça mezin nabe, lê tirk mezin dikin; him jî dikin mexmer.

Mêrikan dîktatorekî netemam ji xwe ra dîtine dikin bifirin, bi derew merewan serî lê mezin dikin, wî bi ezmanan dixînin.

Lê piranî ji tirsa qû...xwe wî mezin dikin, bi serê wî sond dixwin.

Li Ewrûpayê serokê wan tenê fîgurekî mîzahê ye, Seddam Husên jî li ba wî ne tu dîktator e.

Lê Xwedê li gorî çiyê berfê lê dibarîne, beroş gindiriye rastî qapaxa xwe hatiye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE