15 september 2023

Serpêhatiya min û berber

Li Swêd him faîza banqeyan pir zêde bûye, him jî buhayiyek mezin heye, her tişt bûye xwîna bavê.

Malik li kesên deyndar viritî. Ez jî yekî ji wan im. Faîza me heta 2 meh berê ji %1,29 bû, nuha bûye nêzî ji %5 e.


Îro çûm ser berber, kursiyek tenê dixebitî û 6 kes di ber min da bûn. Min got ez sibe werim, got ewê xerabtir be.

Ev ne bes bû, berber jî yekî destgiran bû, diqedand û dîsa dom dikir, diqedand û dîsa dom dikir.

Berê nig ketiye ber min, bi rûniştinê nigê min tevizî, min xwe ranegirt, bi hinek min got:

-Hoste jî pir pê da dikeve, diqedîne û dîsa dest pê dike, diqedîne û dîsa çend meqesan davêje wir û vir. Heyran, hinekî zû bike, zêde pêda nekeve…


Giş keniyan, berber got:


-Ez karê xwe baş dikim, naxwazim karê suxre bikim.


Min got, dema mişterî pir bin hinekî bilezîne, tişt nabe…

Destpêka havînê cara pêşî çûm ser vî berberê taxa me, 100 kron ji min girt.


Meh û nîvek berê çûm, 120 kron girt, îro çûm 150 kron girt.

Lê 150 kron hema hema belaş e, pir erzan e. Ev raîca kalan e, ya kesên teqawit e. Li ser berberekî din 200-250 kron e.

Teraşa kesên din herî kêm 300-400 kron e.
Ez ji berberên ereb û tirk xelas bûme. Êdî diherim ser vî berberî.


Berber yekî arnawit e, camêr porê min baş çêdike.

Berberî berê di destê asûrî-suryaniyan da bû. Tirk jî hebûn, lê sedî 90 asûrî-suryanî bûn. Nuha berberî ketiye destê ereban, asûrî-suryanî, tirk li herêma me tune ne. Şirkir yekî arnawit heye.

Piştî 2,5 payin dosr hat min. Lê berî wê min derê kîs baş vekir, tiştekî vexwarinê kirî, dûra ez çûm pastexanê, min qawak vexwar, hin çirtik û pirtik pê ra xwar. Yanî teraşa îro li ser min bû 250 kron.
Lê Xwedê heye, baş çeleng(akişiqlî) bûme.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE