16 september 2023

Ji mêrik ra lê hatiye

Bi qasî ku Yekîtiya Ewrûpayê û Amerîka ji Erdogan ditirsin, ji kirinên wî ra, ji sûcên wî ra çavên xwe digrin ji yên tu serokekî din rav ê ”toleransê” nîşan nadin.

Ji ber dagirkirina Ukraynayê Rûsya perîşan kirin, Pûtîn kirin merivekî krîmînel, here kîjan welatî ewê wî bigrin. Pûtîn bûye wek hefsiyekî, newêre ji Rûsyayê derkeve.

Erdogan gelek tiştên ji yên Pûtîn xerabtir kirine, lê dîsa eynî tiştî naynin serê wî.

Tirkiyê ne welatek tenê, sê welat dagir kirine. Tirkiyê, Qibris, nîvê Kurdisrana Başûr û gelek erd û bajarên Sûriyê û bajarên Kurdistana Rojava, Efrîn, Serêkaniyê, Girê Sipî dagir kiriye, li van deran çeteyan bi kar tîne, her roj xelkê sivîl dikujin, terorîze dikin.

Ev ne bes e bi rengekî eşkere tevî ambargoya li dijî Rûsyayê nebûye, di her warî da alîkariya Rûsyayê dike, Erdogan diçe ba Pûtîn, pê ra civînan çê dike.

Lê dîsa jî jê ra tiştekî nabêjin, tiştên anîn serê Pûtîn naynin serê wî, ambargoya danîne ser Rûsyayê, danînin ser Titkiyê.

Pûtîn nikane here civîna Neteweyên Yekbûyî 78a, lê Erdogan di 19ê mehê da ewê here Amerîkayê. 

Li wir ewê bi serokê amerîkayê û bi gelek serokên din yên dinyayê ra rûne, bi wan rar ismên xwe bigire û li Tirkiyê pê reqlama xwe bike.

Ne di warê aborî da, ne jî di warê leşkerî da Tirkiye ji bo Yekîtiya Ewrûpayê û Amerîkayê ne tişteke, lê dîsa jî ji çavên xwe ji her sûc û kirinên Erdogan ra digrin û tiştên anîn serê Pûtîn, naynin serê wî.

Çi ye, çi ye efendim heger Erdogan biqeherînin, ewê bi milyonan koçberan bişîne ser wan. Ji bo ku Erdogan koçberan neşîne bi milyaran xûgê didinê û çavên xwe kirinên wî ra digrin.

Erdogan jî mêrik him xûga xwe digre, him alîkariya Pûtîn dike, him jî kom bi kom koçberan dişîne Yûnanîstanê û Ewrûpayê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE