16 september 2023

Dibêjin mizgeft Mala Xwedê ye, lê parastina wê ji Xwedê ra nahêlin


Feqîrekî li Stenbolê rahîştiye şûşa xwe ya Smîrnoff û çûye li mizgeftekê serê xwe xweş kiriye. Dûra di medyaya sosyal da rismek belav kiriye, gotiye:

”De bira bizanibin di nav 3200 mizgeft da kîjan mizgeft e ...
Pûlisên tirk çûne bi kortika hustiyê feqîro girtine, birine qereqolê.
Wezîrê karên hundur yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya pesnê pûlisên tirk daye, gotiye mêze pûlisên tirk ê qehreman çiqasî jêhatiye, sûcdar girtine.
Yaho mêrik di mala kesî da araq venexwariye, di Mala Xwedê da vexwariye, çi îşê pûlisan û dewletê pê heye?
Madem mizgeft Mala Xwedê ye, bihêlin bira Xwedê mala xwe biparêze.


Mêrik çi sûc kiribe jî tiştekî di orta wî û Xwedê da ye.
Ma Xwedê wekaleta xwe daye wan, gotiye ez qebûl nakim kes di mala min da araqiyê vexwe, kî vexwe bigrin?
Heger sûc e, bihêlin bira Xwedê cezayê wî bidê, çima hûn xwe li ber baranê çil dikin, hûn xwe dikin wekîlê Xwedê?

XXX
Ez bi xwe hin camêran fêm nakim. Em bibêjin min nivîsa camêrekî rexne kiriye. Ez bala xwe didimê hin kesan him nivîsa wî ecibandine, him jî nivîsa min.

Ev çi felsefe ye, çi siyaset e ez fêm nakim.

Diyar e camêr naxwazin dilê kesî bihêlin, lema herdu nivîsan jî diecibînin.

Carê min ev mesele ji yekî pirsî. Camêr got, bira, hûn herdu jî dostên min in.

XXX

Hin kesên xwenezan, dêlik mêlikên li ber deriyên dijmin direyin, dev davêjin ji Yilmaz Guney da, aqil didin kurdan, dibêjin aliyên Yilmaz Guney yê şîdetwarî neparêzin, rexne bikin.

Siûda meriv xerab be kûçikên li derdora qesabxaneyan jî tên meriv.

Gava ji meriv ra ra xerab were merivên serîyek pîvaz nakin jî bela xwe di meriv didin.

XXX

Rewşa me kurdan li her çar perçên Kurdistanê jî pir xerab e. Ji şansê me yê xerab ra li her çar perçeyan jî hêzên herî antî-kurd li ser hukim in.

Lê dîsa jî dibê meriv bi hêvî li sibê bênêre, şev çiqas tarî û dirêj be jî berbang li pêy e, rojê hilê.

Qey ev rewşa mej î het aû heta wiha namîne, rojekê fereca xêrê ewê li me jî hilê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE