17 september 2023

Payizek din jî hat

Siba we bi xêr, roja we xweş, bi bereket û bi berhem be.Bira rojeka bê qeza û bela, bi sihet û mişt mizgînî û xeberên xêrê be...

Demsal payiz e, sar û sermayê, sir û seqema payiza rengîn, payiza zêrîn dest pê kiriye.

Dibê meriv bedena xwe êdî germ bigire, kincên payizê li xwe ke, midasên payizê têke pê.

Bi taybetî jî kal û pîr dibê li xwe miqate bin, bi umrê me ra fizîka me jî zeîf bûye.

Av ji dranan dikşe, pelên wan zer dibin û bi bayekî herî hindik ra hêdî hêdî diweşin.


Nifşên me jî êdî payiza dawî dijî, ew jî yeko yeko ji nava me koçî gerdûna xwe ya ebedî dikin.

Wek her salê, her jiyanê jî payizeke wê heye. Herdu jî wefadar in, tim di wexta xwe da tên, tu carî bêbextiyê nakin.

Her sibe gava kompîtorê vedikim di Facebookê da xebera wefata nasekî, dostekî derdikeve pêş min.

Refên me hêdî hêdî, ji berêv kê da firk dibe. Her  roj yek, dudu ji nifşên me, hevalên me, ji nas û dostên me kêm dibin.

Em bi xeberê xemgîn dibin, dikin axa wax, lê ev yek qeder û dawiya me gişa ye, dibê meriv qebûl bike, jê netirse, xwe jê aciz neke.

Mirin tim di belika guhê meriv da ye, yanî ji meriv ne dûr e, tim bi meriv ra ye.

Erê mirin zor e, tahl e. Lê carnan jî mirin zêrê zer e, bi destê her kesî nakeve.

Dema min kompîtor vekir nêta min ne ew bû qala mirinê bikim. Lê xebera wefata nivîskar Dilgeş Merhê bi ber çavên min ket.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE