15 september 2023

Ciwanên me çima beşdarî civînan nabin?

Keç û xort, kesên ciwan êdî wek berê naçin civînan, semîner û konferansan. Meriv bala xwe dide beşdarên civînan hema serî sipî dikin. Serîyekî reş xuya nake. Yên xuya dikin jî giş boyaxkirîne.
Dostê min ê ezîz Camsîd Haydarî bi minasebata 114 saliya jidayîkbûna Prof. Qanatê Kurdo li Hewlêrê semînerek daye.

Min bala xwe da beşdarên semînerê, hema hema hemû di ser 70î ra ne, yek kesê 20 salî, 30 salî, heta 40 slî jî di nav beşdaran da tune ye.


Ez hinekî matmayî mam. Min digot belkî li Swêd, li Kurdistana Bakur tenê keç û xort nayên civîn û semîneran.
Lê wa ye li başûr jî eynî tişt e, li wir jî çûna civînan, semîneran, konferansan bûye para kal û pîran.


Hin nas û dost carnan ji bo partiyên kurdên bakur bi nîvhenek dibêjin partiyên porsipîyan, partiyên rîsipyan, partiyên kal û pîran.

Heyran, birayên ezîz, wa ye ev ne gelşa me tenê ye, bala xwe bidin beşdarên semînera kekê Cemşîd Haydarî, di nava wan da jî ciwanaek tune ye.

Meriv dibêje belkî li Kurdistanê ciwanek, kesên di bin 60 û 70î ra nemane.
Diyar e mijarên wiha, tarîxa kurd û Kurdistanê êdî bala ciwanên me nakşîne, bala wan li ser tiştên din e.

Qanatê Kurdo, xebatên wî ji bo wan ne muhîm e, lema jî naçin li Cemşîd Haydarî gudarî nakin.
Di nav xortan da kêmbûna înteresa ji siyasetê ra rastiyeke berbiçav e, lê li din li Kurdistanê xort nemane, her kesê bikanibe bireve her tiştê xwe difroşe, dyn dike, dû dike û berê xwe dide Ewrûpayê. Li her bajarî qala koça ciwanan a bi gireseyî tê kirin.

XXX

Vê nivîsa Arif Qurbaî bixwînin. Ew jî matmayî maye, fêm nake ji bo çi PDK û YNK wiha dikn?

Lê dibêje êdî nikanin serî li Amerîkayê bibgerînin, (bixapînin).

Serokên PDKê û YNKê bi destên xwe gorên xwe û kurdan dikolin.

Arif Qurbanî di nivîsa xwe da dibêje di destpêka vê mehê da Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî Matthew McFarlane tiştek di bin cilikê da nehîşt, rasterast ragihand, ”heger hikûmeta Herêma Kurdistanê nikaribe reform û pabendiyên xwe li gor lihevkirinan bi cih bîne; Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê jî nikare pêşkêşkirina alîkariyên xwe yên leşkerî û ewlekarî bidomîne.”
Lê dîsa jî ez bawer nakim serokên PDKê û YNKê guh bidin vê beyana Matthew McFarlane. Çimkî tu derdekî wan û amadekirina bingeha dewletekê, çêkirina Kurdistanê tuneye. Ew bi mitefikên xwe yên tirk û faris ra tîcareta xwe, siyaseta xwe dimeşînin û bêrîkên xwe tije dikin.
Lê dawî hatiye, ev talan, ev bêmesûlîyetî ewê ji wan ra nemîne, ew jî, miletê kurd jî ewê pir perîşan bibin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE