14 september 2023

Me û Beytocan îro xatir ji hev xwest


Me îro li Stockholmê, danê sibê sitranbêjê dildaran, hezkiriyên ber dilê kurdan Beytocan(Beytullah Gunerî) bi merasimeke layiqî wî, ew teslîmî axa sar kir.

Li Stockholê di vê demsalê da rojên wiha xweş, 10-11 derece germ, bê sar û serma, bê baran kêm in. Rojeke tam li gorî dilê wî bû.

Di tabûta xwe da, di gorra xwe da li axaftinên nas û dostan, li sitrana hevalên xwe yên sitranbêj gudarî kir, bi wan dilşa bû.

Her kesî bi başî qala wî kir, her kes bi wefta wî xemgîn bû.
Ji ber ku hewqa pir xweş bû, nas, dost û hevalên wî ne qefilîn, şil û pil nebûn.

Rojeke tam li gorî pakiya dilê wî bû, bi wefata xwe, bi gorrkirina xwe zahmetî neda kesî, kes li ber baranê şil û pil nebû, her kesî di rojeke pir xweş da, di nav atmosferke sakîn da gul û çîçekên xwe danîn ser gorra wî û xatir jê xwest.



Gelek hunermend, nas, dost û hezkiriyên wî hatibûn merasima gorkirinê.

Hunermendên dostên wî, heyranên dengê wî, bi eşq û evîn, bi bi xemgînîyekemezin kilama wî ya bi navê ”Agir ketiye dilê min” li ser gora wî gotin û dûra jî gotin de bi xatirê te, gelek sipas ji bo van sitranên te li pey xwe ji me ra hîşt. Sitranên te nemir in, bi wan emê tim te bibîr bînin.

 ”Agir ketiye dilê min

Xew nakeve çavê min

Agir ketiye dilê min

Xew nakeve çavê min

Çima tu ji min dûr ketî

Bêje roniya çavê min

Çima tu ji min dûr ketî

Bêje roniya çavê min

Rinda min, gewra min

Çend sal e li hêviya te me

Wele çend sal e li benda te me

Rinda min, gewra min

Çend sal e li hêviya te me

Wele çend sal e li benda te me”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE