13 september 2023

Li Hewlêrê serdanên heyetên biyanî dîsa zêde nûne

Li Hewlêrê van rojan dîsa serdanên heyetên biyanî zêde bûne. Ji parlamentoya Kanadayê heyetek li Hewlêrê ye.

Wezîrê karên derve yê Awisturyayê Alexander Schallenberg  li Hewlêrê bi berpirsiyarên hukûmetê û yên PDKê û YNKê ra hevdîin kiriye.

Parlamenterê Kanadayê û serokê Koma Dostên Kurd li Parlamentoya Kanadayê Tom Kmiec ew jî li Helêrê ye, gotiye, ”em ji paşeroja Kurdistanê bi fikira in.”

Hêvî dikim serdanên heyetên biyanî netîceyeke xêrê bi xwe ra bîne, serokên PDKê û YNkê bîne ser riya rast.

Wek tê zanîn Amerîkayê ji bo yekkiriran hêzên pêşmerge hetanî dawiya vê mehê molet dabû serokên PDKê û YNKê. Heger PDK û YNKpêşmergeyên xwe, hukûmetên xwe nekin yek, Amerîka ewê alîkariya bi pêşmergeyan ra dike qut bike.


Wer xuya ye Tom Kmiec jî bal kişandiye ser vê meselê, gotiye heger PDK û YNK pêşmergeyên xwe nekin artêşeke dewletê rewşa kurdan ewê xera bibe.


Viya her kes dibêje. Lê serokên PDKê û YNkê guh nadin kesî, dev ji hêzên xwe yên çekdar bernadin. Û ez bawer nakim guh bidin daxwaza Amerîka û Fransayê. Heger bikin pir baş e, mucîze ye.

Heger aqilê berpirsiyarên PDKê û YNKê hebe ewê gurra Amerîkayê û dostên xwe yên xerbî bikin, xwe ji hevaltiya Tirkiyê û Îranê dûr bixin. 

Hêzên xwe, hukûmetên xwe bikin yek, bingehê dewleteke netewî xurt bikin. Hêvî dikim wisa bikin. 

Lê bêdengîya hetanî nuha nîşan dide naxwazin çekdarên xwe bikin artêşeke netewî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE