Beytocan jî, mîrê sitrana ”Diyarbekir mala min e” û gelek sitranên din yên ewê tim li ser zar û zimanê kurdan bin îro xatir ji me, ji hezkiriyên xwe, ji dinyayê xwest, koçî gerdûneke ebedî kir.
Beytocanê hêja, te xatir ji me xwest, lê dengê te ewê tim guhê me da be. Sitranên te nemir in. Tu û kilamên xwe hûnê tu carî
neyên ji bîrkirin, kurd bi kilamên te ewê tim te bibîr bînin.
Ez bawer dikim tu sitranbêjekî kurmanc bi qasî Beytocan deng neda, hetanî roja
wefata xwe nehat hezkirin.
Lema jî bi bihîstina wefata wî medyaya kurdî hejiya, her kes, xemgîn e
Her kes zane rojekê ewê bimre, mirin dora êş e, her kes li benda dora xwe.
Mirin hespa boz e, li ber mala her kesî ye. Gava roja meriv
hat, merivê lê siwar be û her û here.
Her kes bi vê rastiyê zane, lê mirin tahl e, zor e, umir çi be jî nayê
qebûlkirin.
Beytocan zêde ne mezin bû, 68 salî bû, heger mirinê pê ra bêbextî nekira kanîbû
çend salên din jî bijîya.
Lê bextê mirinê tune ye, carnan zû tê li deriyê meriv dixîne. Yê Beytocan jî
wiha bû. Nexweşiya bêbext ev çend sal in ew pi êşand.
Gorra wî bihuşt be, Xwedê sebrê bide malbat û hezkiriyên wî.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar