07 juli 2023

Yekîtiya Ewrûpa û NATO; navî giran e warî wêran e

Îngilistanê ambargoyên nuh danîne ser Îranê û îraniyên merivên rejîmî. Ne Îngilistan(Brîtanya)tenê, Yekîtiya Ewrûpayê jî gelek ceza li Îranê birrîne. 

Lê cezayên wan, ambargoyên wan qurişekî jî nakin, çimkî Îran jî wek Rûsyayê hemû lazimiyên xwe bi destê Tirkiyê temîn dike. Tirkiye ambargoya li ser Îranê red dike, tîcareta xwe pê ra didomîne.

Heta ji Îngilistanê û Yekîtiya Ewrûpayê tê bira ambargoya li ser Îranê zêde û berfireh bikin. 

Vala ye, tu tesîreke wê tune ye, ji Îranê û Rûsyayê ra çi lazim be Tirkiye dikire û teslîmî wan dike.

Yekîtiya Ewrûpayê, NATO û Neteweyên Yekbûyî zanin Tirkiye delaliya Îranê û Rûsyayê dike.
Lê kes newêre ji Erdogan ra tiştekî bibêje, vê qaçaxcîtiya Tirkiyê, vê tîcareta Tirkiyê ya reş û li dijî peymanên navnetewî rawestîne.
Erdogan bi milyona koçber li Tirkiyê kom kirine, bi van koçberan him salê 2-3 milyar Euro ji Yekîtiya Ewrûpayê xûgê digre, him jî dibêje heger hûn li dijî tîcareta me û Îranê û Rûsyayê derkevin ezê deriyên sînoran vekim û 5-6 milyona koçber biçûnim ser we.
Lema Yekîtiya Ewrûpayê, NATO bûne êsîrîn Erdogan, kes newêre kar û tîcareta Tirkiyê ya reş, ya li dijî qanûn û peymanên NYê derkeve û Tirkiyê ceza bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE