06 juli 2023

Piştî westiyanê xew xweş e

Qey du rojan, do û pêr ez bi nêrdiwanên qesir û muzeyan da wer hilkişiyam e, dakişiyam e, îro ez li hewa di xew ra çûm. Keweke pir xweş bû. Min hin xewn mewn dîtin lê nayê bîra min.

Piştî nîvro ez ji gerrê hatim, min qahwa xwe vexwar û min xwe dirêj kir. Di cî da ez ketim xeweke bêbinî. Gava meriv diweste xew pir xweş dibe, erd jî, kevir jî dibe wek cîraxa herî nerm û xweş.

Xewa piştî westandinê xweş e, meriv zû di xew ra dihere û dikeve xeweke kûr û bêbinî.

Min do gotibû ezê îro çend rêzan li ser rêwîtiya xwe binivîsînim û çend rismên me girtine belav bikim. Lê xortê me risim hîn neşandine.
Ezê careke din bi bîrê xînim, hêvîdikm sibe bişîne.
Ji ber ku ya wî, ya jî hevala wî rismên me digirt, lema du sê risim ne tê da, yên din gişk bi telefonên wan hatin girtin.
Hin risim pir xweşik bûn, dema şand ezê wek dosyayekê parve bikim.

2 kommentarer:

  1. Xalo, ma ev not wêneyên gerra te çi pê hat?

    SvaraRadera
    Svar
    1. Min ji bîr nekiriye, lê ez nizanim daxînim. Lawikê me bi programa iCloud çend heb şandine ser telefona min, min pir li ber da, min nikanîbû daxista. Min got heta rojekê xortê me yê biçûk hat mal ewê ji min ra daxîne.
      Du sê hebên bi telefona min girtine ji bo xatirê te îşev diweşînim.

      Radera

PARVE BIKE