06 juli 2023

Erdogn Swêd kir pûlisê Tirkiyê

Swêd ji bo endametiya NATOyê xwe ji dîktatorê Tirkiyê ra kiriye erd. Erdogan serokên Swêd rezîl kirin, mêrik him wan pîs dike, him jî xûga xwe ji wan digire.

Swêd jî kane bi kurdan, ji bo endametiya xw eya NATOyê destê xwe kiriye gewriya kurdan, kurdan difroşe Tirkiyê.

Erdogan bi zora xwe demokrasiya Swêd, kultur û adetên Swêd yên demokratîk guhert. Zor her tim pere dike. Swêd bûye wek pûlisê tirk, wer li dû kurdan in.

Erdogan tiştê dixwest ji Swêd stend, mesela endametiyê qediya ye, guh nedin fort û demagojiyên Erdogan, temam e. Reqlam û tiyatro qediya.

Lê tiştê Erdogan kir ji bo NATOyê rûreşiyeke mezin e, dibê dîktatorekî nikanîbûya NATO hewqasî bêçare û rezêl bikira. Mêrik ji NATOyê bêtir hevalê Pûtîn e, ambargoya li ser Rûsyayê qebûl nake, tîcareta xwe pê ra didomîne.

Erdogan bûye delalê Pûtîn, Tirkiye bûye wek welatekî girêdayî Rûsyayê, ji Rûsyayê ra çi lazim be Tirkiye temîn dike û dişîne ji Rûsyayê ra. NATO viya dibîne, lê newêre dengê xwe bike.

Ji bo ku ji Erdogan û ji tirkan ra hinekî din jî şelafiyê bikin mahkimeyeke Swêd îro 4 sal û nîv ceza da kurdekî û piştî ceza wî biqede ewê teslîmî Tirkiyê bikin.

Berê jî çend kurd teslîm kirin, lê Erdogan zêdetir dixwaze. Swêd jî li ser daxwaza Tirkiyê wer li dû kurda ye.

Ev biryara mahkima Swêd îspat kir li Swêd jî edalet ne serbixwe ye, ew jî di bin emrê hukûmetê da ye. Û ji bo kurdên bêkes Swêd jî ne warekî ewle ye.

Îro li Brukselê civîna Tirkiyê û Swêd hebû, mahkima Swêd bi vê biryara xwe ya îro xwest nîşan bide Swêd dostê Tirkiyê ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE