06 juli 2023

Mêrik birr û bazara dawî dike

Xwediyê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji bo ku daxwaznameya Swêd a endametiya NATOyê îmze bike bi serokwezîrê Holandayê Mark Rutte ra, bi serokê Amerîkayê Bîden ra bazarê dike. Sanîyeyên dawî ye, bazara dawî dike.

Mêrik bertîlên Swêd heta nuha eşkere û bi dizî danê hindik dibîne, dibêje ew neketin ber diranên min jî, dibê Swêd hinekî din bide. Ma îmzeya camêr hewqasî erzan e?
Helbet dibê çend loqên din hûp bike…

Serokwezîrê Swêd Ulf Kristersson çû Amerîkayê ji bo ku ji devê Bîden daxwazên Erdogan fêr bibe.
Wezîrên karên derve yên Tirkiye, Fînlandiyayê û Swêd îro li paytexta Belçîka li Brukselê dicivin. Ewê li hev bikin. Bazar berê qediya ye, ev civîn formalîte ye. Bazar bi Bîden û serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte re tê kirin. Almanya jî di nav bazarê da ye.

Daxwazên Erdogan yên li ser PKKê û şewitandin aQuranê demagojî ye, reqlama ji bo hundur e. 

Tiştê dixwwze bertîl e, pere ye, ji efendî ra pere lazim e, ne mimkûn e îmzeya xwe belaş bavêje binê karekî wiha. Dibê Swêd devê kîs baş veke.

Civîna NATO di 11ê vê mehê da li paytexta Lîtwanya li Vîlnîusê ye, heta wê çaxê Erdogan ewê daxwaznameya Swêd îmze dike.
Hevdîtina bi Mark Rutte û hevdîtinên bi Amerîkayê ra bazara meblaxa îmzeya Erdogan e. Erdogan ne ew payayê vê fersendeke wiha belaş ji dest xwe berde, ewê bêrîk û kîsên xwe baş dagire.

Serokên welatên endamên NATOyê ne tu meriv in, Erdogan gişan baş nas dike. Lema jî mêrik xwe giran dike, xwe diqeherîne, geh PKKê dike hincet, geh şewitandina Quranê dike hincet û daxwaznameya Swêd a NATOyê îmze nake.

Lê mesela esasî pere ye, şewatandina Quranê, PKK filan bîvan giş reqlama ji bo hundur e, daxwaza esasî loqekeî mezin dixwaze, dibêje gerek Swêd baş devê kîs veke.
Mêrikê bigihîje armanca xwe, tiştê dixwaze ewê bidinê. Lê heta civîna NATO ya 11ê mehê ya li Vîlnîusê ewê çerxeke 360 derceyî bide xwe û ji îmza xwe perakî baş kar bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE