07 juli 2023

Ancax mûcîzeyeke mezin nehêle em bibin tirk

Xortê gewerî Ugur Çapa bi keça rûs Alona Popova ra zewicî ye. Daweteke du rojî li Geverê çêkirine, du rojan govend gerandine, bi hev ra kêf û şahî kirine.
Rûdawê vîdeoya dawetê belav kiriye. Xwedê miradê wan bi hev bike, bi hev ra dilşad û bextewar bin.

Tiştê bala min kişand zava jî bi tirkî dipeyive, bûk jî. Muzîka dawetê jî bi tirkî ye. Xortê kurd bi keçek rûs ra dizewice, bi bûkê ra ne bi kurdî, bi tirkî dipeyive û muzîka dawetê jî ne kurdî, tirkî ye.

Dema ziman bi tirkî be, muzîk bi tirkî be gelo rast e meriv bibêje "keça rûs bû bûka kurdan?"

Heger Gever ketibe vî halî êdî hesab li ba we ye!

Li tu beşekî Kurdistanê kurd hewqasî rehet dev ji kurdayetiyê bernadin, nabin ereb û faris. Kurdên me dixwazin rojekê berî rojekê bibin ji kurdî û kurdayetiyê xelas bibin, bibin tirk.

Gava ez dîmenên wiha dibînim bîn li min diçike, dilê min tê givaştin, bêhêvîtiyeke mezin xwe li bedena min dipêçe. Carnan ez têm nuxteyeke wiha naxwazim li tu tiştên kurdên me binêrim. Çimkî her dîmeneke wiha min merezarî dike. Meriv vê felaketê nebîne, nebihîze çêtir e.

XXX

Wele bavo helal be ji amediyan ra. Bira ew jî bibêjin em şîraniyê dixun. 

Li gorî Rûdawê nivîsîye, di 9 rojên tahtîla Eydiy(Cejnê)Qurbanê da tam 160 ton şîranî, peqlawe û qedayîf xwrine. Mêrikan bi zar û zêçan va hûtên qedayif in, bêyî qedayif li ser sifrê rûnanin.

Belkî jî hewqas şîrîn dixwun ji bo ku bi hev ra şîrîn bipeyivin, şêwr û mişêwrên şîrîn bikin.

Lê tiştê ez dibînim 160 ton peqlawe û qedayifê berra hûrê xwe dane hîn pê zarşîrîn nebûne. Lazim e hinekî din zêde bikin, bikin 320 ton. Belkî wê çaxê zarşîrîn bibin, êdî li hev nexin, hevdu nekujin, çavsoriyê, zulmê li jinan nekin, dev ji kuştina jinan berdin.

Lê halîhazir şîrîn dixun, şîrîn napeyivin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE