08 juli 2023

Di şer da yekîtî û moral sîleha herî xurt e

Dijminê me ji me pir xurttir e û pir jî zalim û xedar e, gav û saetê êrîşî siyasetmedarên kurdperwer dikin, digrin, bi salan dixin zindanan.
Di şer da em destvala ne, dijmin bi sîleh e. 9-10 sal in hukûmeta AKPê em pir êşandine, civata ji hêz û pertva da xistine. Moral û psîkolojiya însan pir xerab e, tirsê, bêhêvîtiyê wek konekî reş girtiye ser milet.

Li welatekî wiha, di bin şert û mercên wiha da siyasetmedarî, domandina xebatên siyasî pir zor e, talûkeye. 

Her kes nikane, newêre di van şertan da siyaseteke kurdistanî bimeşîne.

Di demên wiha da meriv ne berbelav be, li ser hev be, bi tifaq be baş e, îmkana xweparastinê zêde dike. Di şer da yekîtî û moral sîleha herî xurt e.

Em vê dema pir xerab çiqasî bi zirareke kêm derbas bikin hewqasî baş e, dibê em şertan, realîteyê ji nedî va neyên, li gorî şertên heyî xwe organîze bikin, gavên li gorî îmkanên xwe bavêjin.

Di şer da carnan meriv êrîş dibe ser dijmin, carnan jî di mewziya xwe da dimîne, ya jî bi paş da vedişe…

XXX

Li gelek bajarên Kurdistanê 50 derece germ e, milet ji germê nikane hilm û gilma xwe bigire.

Li Swêd êdî havîn ji me xatir dixwaze, serma dest pê dike, payiza rengîn xwe nêz sike.

Ev çend roj bûn wer baran bû, hewa hênik bû. Îro li Stockholmê 16 derece di ser sifirê ra ye. Piştî nîvro dîsa baranê dest pê bike.

Li Stockholmê meha temûzê havîn hêdî hêdî xatir dixwaze û payiz xwe nêz dike.

Lê hin salan havîn zû terka me nake. Li gorî texmînên meteorogan îhtîmal heye îsal jî dirêj bikşîne, hewa germ be.

De a bi xêr kîjan e bira ew bibe. Temûz zû here jî, dereng here jî ji umrê me dihere, taliya me nêziktir dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE