02 juli 2023

Rojnamevanên nezan bûne sebebê kurd ji zimanê xwe fêm nakin

Hekîmê nîvçe meriv ji can, meleyê nîvçe meriv ji îmanê dike. Rojnamevanên nîvçe jî kurdî dikin gêrmiya gavanan, dikin zimanekî kurd ji zimanê xwe fêm nekin.

Piraniya kesên di medyaya kurdî da dinivîsin ne rojnamevan in, zanîngehên rojnamevaniyê neqedandine, kurmancî baş nizanin, yanî ne erbabên karê rojnamevaniyê ne.

Lê ya ji ber tunebûne rojnamevanên rastîn, ya jî bi xêra têkiliyên dostan û hevaltiya siyasî li ser serê me bûne rojnamevan û kurmancî perîşan kirine.

Camêran wek merivên zimanzan jixweber gotinan çêdikin, bi zimên dilîzin.
Îmlayê, sentaksê nizanin gotinên tewşomewşo li dû hev rêz dikin. Piraniya tiştên dinivîsin nayên fêmkirin. Kurd ji zimanê xwe fêm nakin.
Bi baweriya min rojnamevanên wiha ji karê bêtir, zirarê didin kurdî. Ev rojnamevanên nezan, xeşîm zimên bi pêş naxin, xera dikin, gotinên şaş di nav milet da belav dikin.

XXX

Rûdaw ne bes bû, Dengê Amerîka(VOA) kurdî jî xwe da ser. VOA jî bi kurmancî dilîze.

Medya xelkê ziman bi pêş dixe, zengîn dike, medya me bûye vîrusa kurmancî, hal û karê wan lîstika bi zimanê me ye.

Di her xeberên xwe da bi kurmancî dilîzin, wek fabrîqê gotinan berradayî çêdikin.

VOAyê di xebera xwe da ji serokê(reyisê) belediya Stenbolê ra gotiye:

”Bajarvanê Stenbolê Îmamoglu Rexneyên Ser CHP'ê Didomîne…”

Berê kirin ”şaredar”, nuha jî navekî nuh dîtine, vê carê jî dibêjin ”bajarvan”!

Bajarvan, gundiyên diçin bajêr. Dema gundî diçûn bajêr, digotin sibe em bajavanî ne.

XXX

Ji min ra bû derd, bû kul û merez, zimanê kesên di Facebookê da daxwazên hevaltiyê ji min ra dişînin ne bi tirkî, bi kurdî be.

Ez li profîla kîjanî mêze dikim ziman bi tirkî ye. Di yên hinan da ala Kurdistanê, parvekirinên kurmancî hene, lê zimanê wan bi xwe tirkî ye.

Tu dibêjî belkî li Kurdistana Bakur kurd nemane, kes bi kurdî nizane, her kes bûye tirk.

Tofaneka mezin hatiye serê me, emê çawa jê xelas bibin ez nizanim.

XXX

Li Stockholmê baranek wer dibare lehî rabû. Ev du meh bûn baran nedibarî, Stockholm dikeliya. 

Lê ji ber ku lawikê me hatiye ba me, ewê me bigerîne, ji qerez û qayişa me ra baranek ecêb dest pê kiriye.

Em dikin herin Grîpsholm Slotê, Qesra Grîpsholmê. Emê şil û pil bibin. Ev jî bêşansiya me ye.

Em dikin herin Grîpsholm Slotê, Qesra Grîpsholmê. Emê şil û pil bibin. Ev jî bêşansiya me ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE