02 juli 2023

Meriv şerm neke her derewê dike

Berdevkê AKPê Omer Çelîk bêyî ku şerm bike Tirkiye bi Fransayê ra miqayese kiriye, gotiye ji ber ku li Fransayê dûzaneke ne însanî heye, xelk vê bêedaletiyê protesto dike.

Li Tirkiyê dûzaneka însanî, humanîst heye, lema li ba me tiştekî wiha nabe.

Wey agir bi mala derewên te keve. Îcar li Tirkiyê dûzaneke însanî, humanîst heye (!)
Lawo heger eynî tişt li Tirkiyê bûba nuha xwîn dimeşiya, belkî bi sedan însan hatibûn kuştin û birîndarkirin.

Ev 5 roj in ereban û afrîqiyan Fransa şewitandin, wêran kirin. Pûlisê fransiz heta nuha yek kes nekuştiye, gulle berra yek terorîstî nedaye.
Ev şêla pûlis, ev silametî humanîzma Fransayê nîşan dide. Bi hezaran mal, dikan û herebeyên xelkê sivîl hatine şewitandin û talan kirin. Çeteyên ereb, misilman û afrîqî bajar talan kirine. Pûlis dîsa jî kes nekuştiye. Ev tiştekî hêjayî teqdîrê ye.

Heger kurdan li Tirkiyê eynî tişt kiribûna we yê fermana kurdan rakira, hetanî nuha bi dehan însan hatibûn kuştin, bi sedan birîndar bûbûn.

Di vî warî da secereya Tirkiyê pir xerab e, şerm e hûn xwe bi Fransayê ra direwisînin.

Helbet dibê qetla pûlis nayê qebûlkirin, dibê meriv rexne bike.

Lê tiştê li Fransayê dibin terorîzmeke nedîtîye, neyartiye miletê

fransiz e, herbeke li hemberî Fransayê ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE