03 juli 2023

Gerra li qesra Grîpsjolm slotê

Lawikê me yê mezin Azad, nuxuriyê me ev çend roj in li vir e, em bi hev xenê bûne. Camêr do em birin Qesra Grîpsholmê(Gripsholm slotê).

Qesreke muhteşem e, dibê meriv bibîne. Belkî bi hezaran rismên qiral û qiralîçeyan hebûn. Rismên paşayên Osamanî yên gişan hebûn. Azad rismekî wê tabloyê girt. Di qesrê da meriv tarîxa avabûna Swêd dibîne.
Bilêta ketina hundur 150 kron(15 dolar) bû. Gera bi rêber hîn buhatir bû, em bêrêber lê gerîyan.
Di sala 1537a da dest bi lêkirina qesrê kirine, di sala 1709a da bi şahiyeke mezin qedandina wê pîroz kirine.

Ji şansê me yê xerab ra ezman qelişîbû, baran bi kûzan dihat xwarê. Lema em li dora qesrê û li parka wê negeriyan. Em 3 saetan li hundurê wê gerîyan lê neqediya.

Azad çend risim girtin lê hîn ji min ra neşandine. Dema şand ezê parve bikim.

Îro jî li Stockholmê ewr û baran e, 13 derece germ. Heta roja çarşemiyê ewê baran be, lê dûra ewê hewa xweş bibe.

Qesir li bajarê Marîefred e, bi texsiyê li dora 40-50 deqeyî ji Stockholmê dûr e.

Li ber keviya(perê) Gola Malarenê ye. Jixwe qesrên wan bi piranî nêzî avê ne.

Nêzîkiya avê, dîtina avê ji bo swêdiyan pir muhîm e. Lema jî qesir û avahiyên qiralan, yên mîr û began giş li ber golan, çeman û avan hatine avakirin.

Gava meriv mîratên pêşiyên xelkê li pey xwe hîştine dibîne dilê meriv bi halê meriv dişewite. Yên me yên hebûne dijminê me gişt xera kirine.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE