04 juli 2023

Miletê bêdewlet wek keriyê bêşivan û bêkûçik e

Tirkiyê 5 sal berê di adara 2018a da Efrîn dagir kir, nuha jî û ew û Kuweyt li ber çavên me ji tirkmen û ereban ra li Efrînê bi hezaran xaniyan lêdikin.
Em jî bi hustuxwarî li vê dagirkeriyê û guherîna demografîk ya Efrînê, ya welatê xwe temaşe dikin.

Tirkiyê piştî Efrîn dagir kir, li dora 400-500 hezar kurd bi darê zorê ji Efrînê mecbûrî tehcîrî û revê kirin. Û di dewsa wan da 400-500 hezar tirkmen û ereb bi cî kirin. Hîn jî bi cî dikin.

Ji bo ku demografîya Efrînê were guhertin, ev 5 sal in Tirkiye li Efrînê ji ereb û tirkmenan ra xaniyan lêdike, malbatên çete û qatilên Daîşê û hêzên terorîst li Efrînê bi cî dike.

Bax û bexçeyên kurdan dibirin, gundên, erdên wan ji wan distînin, ji ereb û tirkmenan ra xaniyan li ser avadikin.

Tu erdê miletekî bi zorê jê bistînî û bi sedhezaran însanî mecbûrî koçberiyê bikî, navê vê jenosîd e.
Tiştê Tirkiye nuha li Efrînê û li Serê Kaniyê dike ev e, jenosîd e; erdê  kurdan, gund û bjarên kurdan bi zor dagir kirine û hinekên din di tê da bi cî dikin.

Em jî lê temaşa dikin, em nikanin.
Çima em nikanin midaxeleyî vê dagirkeriya Tirkiyê bikin?

Çima Tirkiye kane 400 hezar kurdî ji Efrînê, 200 hezar kurdî ji Serê Kaniyê û Girê Sipî derxîne?
Ji ber ku dewleta me tuneye Tirkiye kane wiha bike. Heger dewleta me hebûya, me yê xwe biparasta, me şerê Tirkiyê bikira.

Lê ji bo ku dewleta me tuneye em kanin welatê xwe, gund û bajarên xwe, malên xwe biparêzin. Dinya jî, Neteweyên Yekbûyî jî li vê barbarî û jenosîda Tirkiyê temaşe dikin.

Kes ji Tirkiyê ra nabêje kurdan mecbûrî koçberiyê nekin, xelkê xerîb di gund û bajarên kurdan da bi cî nekin, ev jenosîd e.
Dewleta meriv tunbe ne meriv kane xwe biparêze, ne jî dinya li meriv xwedî derdikeve.

 Em kurd hetanî bindest û bêdewlet bin halê me ewê tim ev halê kûçikanî be; emê tu carî ne xwediyên malên xwe bin jî. Xelk kane her tim malên me jî, gund û bajarên me jî, welatê me jî ji me bisîtînin.

Lawê jinbiya kes jê nake hesab û recuya. Meriv ne xurt be, ne xwedî pişt be kes recuya tişekî ji meriv nake, ji meriv natirse.

Keriyê bê şivan, bê kûçik gur vêdikevin.
Rewşa me kurdan jî wiha ye, em miletekî bêxwedî, bêpişt, bêparastin in. Ev dinya tim dinya guran û keftaran bûye, heger tu nikanibî xwe biparêzî gur û keftar ewê te bixun, tum tim qûtê wan î.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE