04 juli 2023

Bîstek din em rêwî ne

Bîstek din, saet di 10.00a da em rêwî ne, rêwîtiyeke kin e. Lawikê me yê mezin Azad ewê me bibe bajarê Vadstena. Emê îşev li wir bimînin, sibe Azadê ji wir here mala xwe, ez û xanim jî emê danê êvarî vegerin malika xwe.

Vadstena bajarekî kevn e, tarîxî ye, çend dêr û qesrên, bermahiyên tarîxî lê hene.

Hewa ne xweş e, lê emê dîsa jî herin. Azad israr dike, dibêje ezê çend derên xweş nîşanî we bidim. Bira ev jî tahtîla we be.

Me jî qebûl kir. Emê herin çend bajar û derên me nedîtine bibînin. De heta sibe êvarî bi xatirê we. Înşela vê carê emê çend risman jî bigrin.
Heger nas, dost li Vadstane hebin bi dîtina wan ezê kêfxweş bibim. Sibe di vegerê da jî ez kanim riya xwe bi Linkopingê, Norrkopingê, Nykopingê xînim.
Yê bixwaze kane bi riya Twîtterê, Facebookê bi min ra têkiliyê deyne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE