Ji roja eydiyê(cejnê)da ye dengê meleyê ereb û rapa afrîqî em ji guha kirine, em kerr û gêj kirine.
Taxa me bûye wek taxa bajarekî Afrîqa, Pakîstan û welatekî erebî...
Ji roja eydiyê da
ye berê dengê xutbeya mele bû, dûra jî rapa afrîqî dest pê kiriye. Mele, siba eydiyê
û roja îniyê karê xwe qedand, lê dawî li rapa afrîqî nayê.
Nêzî mala me seha topê û xaniyê sporê heye, ji roja eydiyê da ye ji herdu ciyan
dengê rapê kêm nebûye.
Milet betal e, bi sedan însan, bi qiç û pîlan va li hev kom bûne, hinek futbolê dilîzin, hink li zarêkên xwe temaşe dikin, hinek kêf dikin, hinek li muzîkê gudarî dikin. Haşer mahşer e, dibê meriv gugên xwe pembo têxê.
Muzîk jî bi hoperlorê, bi volîmeke bilind e. Sibê saet di heyşta da dest
pê dikin, hetanî derengê şevê(22.00) wer tinge-ring û qîje wîja wan e. Ne karê aqil e, meriv deqîqeyeyê jî di mala xwe da rehet nake. Swêd êdî ne tu welat e, meriv dixwaze jê bireve lê dereke em herinê tuneye.
Demografîya herêmê di nav çend salan sedîsed hatiye guhertin. Belkî ji sedî 1-2 swêdiyên kal û pîr mane, nikanin bi derekê da herin, li bende mirina xwe ne. Dûra ereb, afrîqî û misilman ewê têkevin xaniyên wan.
Lema di nav çend salan da kultur,
şiklê jiyanê jî sedîsed guherî, êdî bûye herêmeke afrîqî, îslamî.
XXX
Her roj çend daxwazên hevaltiyê ji min ra tên. Berî ez
daxwazan qebûl bikim, ez bala xwed didim profîlên wan. Ne giş, lê belkî ji sedî
90ê malperên wan bi tirkî ne.
Ev kes jî giş merivên şiyar in, kurdperwer in. Lê ziman
tirkî ye.
Tu hevaltiyê qebûl bikî derdek e, qebûl nekî derdekî din e.
Heger ne merivên xerab bin ez daxwazan bi piranî qebûl dikim. Dibêjim belkî
hêdî hêdî fêrî nivîsîna kurmancî bibin, herfên kurdî nas bikin.
Hinekan profîlên xwe girtine, meriv nikane tiştekî bibîne.
Meriv nizane kî ye, çi ye?
Nav sexte, risim ne yê wî. Ez daxwaza kêsên wiha qebûl
nakim.
Rewşa zimanê me min pir ditirsîne, zarok bi kurdî mezin
nebin emê bibin kurdên zimanê wan tirkî ye. Dûra bibin tirkên esilkurd.
XXX
Dibê meriv şerê dagirkerê welatê xwe, dijminê xwe bike lê
buhtatanan lê neke, tiştên ne rast jê ra nebêje, henekê xwe pê neke. Heqaret,
biçûkxistin, tinaz, navnîçokên bêbingeh ne xweş e.
Di mala xwe da her kes kane bi mîr û began, bi her kesî henekê xwe bike. Lê ev ne exlaqekî baş e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar