30 juni 2023

Xortê me yê dawî jî bû 30 salî

Xortên me nuh çûn. Me 30 saliya ifara xwe ya dawî, lawikê xwe yê biçûk pîroz kir. Şahiya me baş derbas bû. Bi xêra 30 saliya xortê xwe em gişk hatin ba hev, 6 saetan em bi hev xenê bûn.

Min û baranê li ber hev da, geh barî, geh vekir, lê axirê ne sar bû, heta derengê şevê em li hewşê rûniştin, me têr sohbet kir.

Lê ez vê jî bibêjim, ez pir westiyayî me, ji do da ye ez wer diherim û têm û kar dikim. Di karê izxarê, biraştinê da jî ez westiyam.

Diya min a rahmetî dema karê xwe diqedand, digot, karê Xwedê qedandine, qedya çû. Yê me jî wisa bû, ez jî, xannim jî gelkî westiyan, lê karê Xwedê qedandine, qediya çû.
Hazirî li ber çavê min bûbû çiya, lê her tişt baş derbas bû, zarok memnûn ji mal çûn.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE