30 juni 2023

Ifara me ya dawî jî îro dibe 30 salî

Îro rojbûna lawikê me yê biçûk e, dibe 30 salî. Di jiyana însên da 30 sal demeke muhîm e.

Ji do da ye me haziriya xwe kiriye, emê jê ra festeke biçûk çêkin, girîlekê bikin.

Lê ji şansê xerab ra îro danê esir karekî wî yê mecbûrî heye, ji ciyê kar dibê here wir. Em hêvî dikin zû biqede. Nikanibe zû were ne baş e. Do em gelkî westiyan.

Lawikê me yê mezin Azad ji bajarê Lûndê ji bo wî hatîye, ewê çend rojan li ba me me, ewê bi ereba xwe me hinekî bigerîne.

Kabê me vê carê mîr hat, xortê me telefon kir, got saet 17.00a da ez li malê me.
Ev pir baş bû, ez ditirsiyam nikanibe were, tiştên me kirîne, haziriya me giş bi avê da here.
Xanim wa ye manqelê hazir dike, bîstek din ezê dest biraştinê bikim.

Wa ye baran jî hîn nebariye, belkî nebare jî. De em û şansê xwe. Heger bibare jî sitara me heye, emê têkevin bin altana(terasa) xwe.

 XXX

Me li Stockholmê ji rojê, ji germîyanê pir gazin kir, roj xeyidî, got madem wiha ye bi xatirê we.

Vê sibê 22 derece germ e, lê dinya ewr e, piştî danê nîvro ewê baran be.

Rojê karê xwe kir, nuha dora baranê ye, bibare baş e, xwezayê kêf bike. Ezê jî ji avdana gîha hewşê û kulîlkan xelas bibim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE