11 juli 2023

Rev û koçberiya ji welêt mirin e

Reva ji ber dijmin, koçberiyê malik li me şewitand, koka me qeland, em her yek bûn ferdên miletekî din.

Dema meriv ji welatê xwe, ji nav miletê xwe koçber dibe, meriv dide ser riya helandinê, wendabûnê, mirinê.
Zarokên meriv ji nasnameya xwe ya netewî qut dibin, bi demê ra dibin xwedî nasnameyên nuh.

Em yên reviyan Ewrûpayê erê bi salan di zindanan da neriziya, wek gelek hevalan em di zindanan da kel û kût nebûn, lê me nifşek, ewladên dewsa me dagirin li pey xwe nehîştin. Ev yek qedera koçberiyê ye.

Eynî trajedî hat serê pêşiyên me jî. Mala Îbrahîm Paşayê Millî, mala Bedirxaniyan, mala Cemîl Paşa û gelekên din bi revê, li koçberiyê qediyan, ewladên dewsa wan dagirin, micadela wan bidomînin li pey xwe nehîştin.

Du sê roj berê mala min kişand, li Swêd bi sedan kesên paşnavên wan El Kurdî hene. Miheqeq giş bi kurd in, lê bûne ereb. Êdî wek ereban li kurdan dinêrin.

Eynî tişt ewê were serên zarokên me na jî. Ew jî bibin swêdî, alman, danîmarkî, norweçî, fînî, îngilîz û fransiz û amerîkî.

Çawa ku pêşiyên me nifşekî dewsa wan tije bikin li pey xwe nehîştin, me ji sifirê dest pê kir, emê jî berdewamiyekê li pey xwe nehêlin. 

 

Nifşek, du nifşên bibêjin em kurd in jî ewê bi kurdî nizanibin, ewê nikanin bi kurdî tiştekî bixuliqînin. 

Zimanê me, edebîyata me, muzîka me ewê derbeke mezin bixwe, bi milyonan însan ewê ji zimanê xwe, ji kultur, edebîyat û muzîka xwe qut bibin û bibin tiştekî din.

Zarokên me ji kurdan bîtir malên Ewrûpayê ne.
Helbet ewê fêda wan bigihîje kurdan, lê ew ne kadirên kurdan û Kurdistanê ne, ew malên Ewrûpayê ne. Piştî du sê nifşan ewê jî bi temamî biqedin.

Dengê defê ji dûr va xweş tê. 

Destpêka koçberiyê, dema meriv xort e meriv li taliya xwe nafikire, lê piştî sal di ser salan ra diqulibin, dawî nêz dibe meriv pê dihese dawiya koçberiyê çiye, li ku diqede.
Koçberî, dûrketina ji welatê xwe, ji nav miletê xwe mirin e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE