11 juli 2023

Erdogan her daxwaza xwe bi Swêd û bi NATOyê daye qebûlkirin

Xuya dibe serokê Tirkiyê Erdogan belaş ji endametiya Swêd ya NATOyê ra negotiye erê, peymanek nuh a 5 maddeyî bi Swêd daye qebûlkirin.

-Swêd û Tirkiye di mistewa wezîran da komîteyek nu hava kirine, ev komîte ewê tim bicive. Civîna pêşî ewê li Swêd çê bibe.
-Swêd ewê alîkariya YPGê, PYDê û FETO neke.
-Swêd û Tirkiye di warê aborî da ewê alîkariya hev bikin, ewê bi riya komîteyeke tîcaretê, aboriyê vî karî bikin.
-Swêd ewê ambargoya sîlehan ji ser Tirkiyê rake.
-Swêd ewê piştgiriyê bide endametiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewrûpayê, ji bo vê yekê ewê bi Tirkiyê ra bixebite.

Ev 5 madde yên eşkere kirine, bi texmîna min maddeyên eşkere nekirine, dizî hîştine jî hene. Ew madde gelkî xerabtir in.

Yanî mêrik ji Swêd, ji NATOyê, ji Yekîtiya Ewrûpayê, ji Amerîkayê çi xwestiye gişan tevayiya daxwazên wî qebûl kirine û dûra jî eniya wî maçî kirine. 

Hûn çi navî li mêrik dikin lêkin, berdûş e, teqlebaz e, cambaz e, durû ye, fêlbaz e, derew û sextekariya neke tuneye, lê mêrik ji şûrê xwe tûjtir e, zane zor pere dike, lema jî bi zorê karê xwe dimeşîne, xûgiyê ji her kesî digire. 
Çeteyan xwedî dike, lê ji bo şerê li dijî çeteyan ji Yekîtiya Ewrûpayê bi milyaran alîkariyê digire.

Swêd, NATO, Amerîka, Yekîtiya Ewrûpayê giş sifir in, giş teslîmî Erdogan bûne, her daxwaza Erdogan bêkêmasî qebûl dikin. 

Mêrik, NATOyê, Yekîtiya Ewrûpayê, Swêd û Amerîkayê li ser tiliya xwe dide lîstikandin, xûgiyê ji gişan digire. Ji Pûtîn jî xûgiyê digre, him ji Pûtîn dixwe, him ji Yekîtiya Ewrûpayê û ji NATOyê.

Ev ne tiştekî hindik e. Tirkiye him bi Daîşê ra ye, bi hezaran çeteyên Daîşê îdare dike, him jî di cepheya li dijî Daîşê da ye. Him hevalê Pûtîn e, him hevalê Ukrayna û NATOyê ye.

Lihevragirtina balanseke wiha tiştekî dûrî aqil e, bêyî Erdogan tu lîderekî din tiştekî wiha nekiriye, nikane bike.

Di tarîxê da tu serokekî NATO, Yekîtiya Ewrûpayê, Amerîka hewqasî rezîl û bêşexsîyet nekiriye. 

Erdogan îspat kir NATO jî, Yekîtiya Ewrûpayê jî, Amerîka jî li hemberî wî ne tu tişt in, ew kane wek lîstokek zarokan bi gişan bilîze. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE