10 juli 2023

Erdogan dîsa çerx kir û her kes matmayî hîşt

Erdogan li Vîlnîusê danê nîvro got, ji bo endametiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewrûpayê rê li ber Tirkiyê vekin, em jî rê li ber endametiya Swêd ya NATOyê vekin.

Danê êvarê 360 derece çerx kir, got em endametiya Swêd ya NATOyê qebûl dikin.

Bi vê xebera serokê NATO Jens Stoltenberg her kes matmayî ma. Kes ne li bende bihîstina xebera erê bû, çimkî Erdogan du sê saet berê şertekî wer dabû pêş, maneya wî şertê NA bû. Lê na derew derket, bû ERÊ!

Du sê saet berê Erdogan NATO bêminet kiribû, gotibû hetanî hûn riya endametiya Yekîtiya Ewrûpayê li ber me venekin, em jî ji endametiya Swêd a NATOyê ra nabîêjin erê.

Lê piştê du saetan got erê.
Ev Erdogan e, ha got, ha negot, kane bibêje erê, piştî saetekê kanê çerx bike, bibêje na, ez qebûl nakim.

Yanî "erê"ya wî ya îro nayê maneya bi rastî erê ye, sibe kane bibêje NA. Kane bibêje, ”min got erê, lê meclîs qebûl nake...”
Kane hincetekî din bibîne. Çimkî felsefeya wî teqlebazî ye, tu tiştê jê şerm bike, neke tuneye.

Lema jî dibê meriv tu carî gotinên wî cidî negire, baweriyê pê neyne. Ji bo wê jî hetanî belge îmze nebe, teslîmî NATOyê nebe dibê meriv ji sozên Erdogan bawer neke.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE