10 juli 2023

Li ser bîranînên hemşerîyekî min

Kemal Tolan bi hemşeriyê min Îskender Edîz ra hevpeyvînek xweş kiriye. Îskender kurdekî êzdiyê wêranşarî ye, hevalekî min ê kevn e, li Wêranşarê hevalê me bû.

Li ser hevpeyvînê min ev komentara jêr kir. Kemal jî tiştek nivîsî û min jî bersîvek dayê.
Madem hevpeyvîn li ser bîranînan e, bira ev nivîs jî wek bîranîn di bloga min da bimînin.

Min got bira nivîs ev jî wek bîranîn di bloga min da hebin.

Min bi kêfxweşyeke mezin li vê hevpeyvîna herdu dostên xwe yên hêja û hemşeriyê xwe Îskender temaşe kir.

Kemalê hêja, wek gelek xebatên xwe yên din, vê carê jî karekî bi hosteyî û xweş kiriye. Pîroz dikim.

Kesê nemir tuneye, rojekê were emê gişê ji vê dinyê bar kin, gelek serpêhatî û bîranên xwe bi xw ra bibin gorrê.

Lema jî meriv çi destê mirinê xelas bike kar e. Hevpeyvînên wiha ji bo tarîxa me, ji bo nifşên li pey me û ji bo tarîxa me ya siyasî çavkanî, belgeyên bi qîmet in, şahidiyên pir muhîm in. Meriv wan wek belge li pey xwe bihêle baş e.

Ez jî şahid û aktorekî qismekî wan bîranînên Îskender yên Wêranşarê û Almanyayê me. Em hevalên hev bûn. Gelek serpêhatiyên me bi hev ra hene. Me bi hev ra gelek xebatên hêja kirin.

Hatina Emer û Elî Tuko ya Wêranşarê tê bîra min, hevalan temiya wan li min kirin, lê Kemal nayê bîra min.

Bi guhdarîkirina li we, bîranînên min jî tevrabûn, ez jî çûm Wêranşarê, komela me, ber otêla Elî Koroglu û sohbetên bi Îskender ra. Dûra jî tesadufan, qederê li Almanya dîsa em anîn ba hev.

Gelek silavên biratiyê, bimînin di xêr û xweşiyê da…

 XXX

Bersîva Kemal Tolan:

Kemal Tolan: Spas mamoste hişmendiya me li Wêranşarê vekiriye û ez bi xêra xebatên te yên di „kovara ARMANC“ê de fêrî xwandin û nivîsanda kurmancê bûme kek Zinarê Xamo!

Ez bi vê peyam, nirxandin û bîranîna te gelekî şanazbûm.

Belê mamoste, ez yekemîn xortê „Şerqiyan“, yên ku ji herêma Xaltanî-Bişêrî yê bûm hatime lîsa Wêranşarê. Ez baş bawerim û wê baş bêye bîra te jî, eger pismam min û mamostê gundê Oxlakçiyê yê rahmetî Cemil Temin(jixwe heval Îskender jî di axaftinên xwe de bahsa wî dike) di pêşiya me de na hatibuya Wêranşarê, belkî yek ji me xortên Xaltaniyê jî ne hatibûna lîsa Wêranşarê.

Vêca kekê hêja, dibe ez li Wêranşarê û dema ku tû hatî Almaniyê jî neyême bîra te, lê ez ked û qîmeta te hergav weke van peyvên ku te gotine* qet ji bîra nakim!

Malî ava ji bo hemû keda te, bi taybetî jî vê peyam, nirxandin û bîranîna te mamoste rêzdar!

Eger tû destûrê bidî min, ezê wan jî bavêjime nav bîranîn û arşîva xwe!

Gelek silav, her bijî şad û serkevtî !

XXX

Kemal, birayê minê ezîz, gelek sipas ji bo van gotinên te yên dostane û qedirşînas. Bi hebûna nas, dost û hevalên wek we ez jî pir serbilind im. Heger bi xebata xwe, bi nivîsên xwe bi qasî serê derziyê jî fêdeyeke min gihîştibe dostekî wek te, ji bo min şeref û serbilindiyeke mezin e.

Bi eslê xwe hûn ne wêranşarî ne, lê ez te jî wek Îskender wêranşarî dihesibînim.
Tu mezûnê lîseya me ye. Tu merivê hemşeriyên min, hevalên min ên herî ezîz î. Hindik be jî para min jî, keda min jî di vê rêwîtî û tarîxa we da heye.

Zarokên Evdoyê Bişar Axa, yên mala Mîro, mala Mihemedê Elîyê Kelo, Xelefê Hindo, Kato, zarokên Bilîx, navê gundan gişan nayê bîra min, şerqiyên Wêranşarê gişk dost hevalên me bûn, ez gund bi gund li gundên şerqiyan gerîyame, li malên gelekan bûme mîvan.

Ez çûma paliya wan a nîska.
Piştî em hatin Ewrûpayê jî dostaniya min bi êzdiyên Cellê û herêma Hannoverê ra dom kir, ez çûme malên gelekan.

Gişan deriyên xwe û himêzên xwe ji min ra vekirin.
Min bi zavayê Elî Tuko ra gelek şevan hatanî destê sibehan sohbet kir, şêwr û mişêwrên li ser hesretiya welêt gerandin.

Min ji esalet, diristî, dilpakî, rastgoyî û kurdbûna êzdiyan tim hez kiriye, di dilê min da ciyekî wan ê taybet heye.

Haya hemşeriyên min ên êzdî ji vê yekê tuneye, lê yên min nas dikin zanin ez çiqasî qedir didim êzdiyan.

Cemîlê rahmetî dostekî minê hêja bû. Ez tim diçûm Olaxçiyê, me sohbet dikir.
Rahma Xwedê lêbe, gorra wî bihuşt be.

Helbet tu kanî him van nivîsên min, him jî nivîsên min ên din, heger bi kêrî te bên, bigrî nav bîranînên xwe.

Bi hêvîya rojekê koça me rastî hev bê û em têr sohbet bikin.

Heger werim Almanyayê ezê miheqeq riya xwe bi Îskender xim, te jî bibînim.
Gelek silavên biratiyê.
Zinarê Xamo
Stockholm
2023-07-10

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE