10 juli 2023

Lêhatin tenê têrê nake

Pêşiyên me gotine lêhatin ji jêhatinê çêtir e. Ev gotin carnan rast e, carnan ne rast e.
Lêhatin hertim têrê nake, jêhatin jî şert e.

Demeke dirêj e jj me ra lêhatiye, lê ji ber ku serokên me, siyasetmedarên me ne jêhatîne ji vê lêhatinê tu sûd û fêde negirtin. Ev lêhatin hêdî hêdî ji dest me dihere.

Mal jî, serketin jî li cem zanîn û tifaqê ye. Zanebûn, tifaq tunebe ne meriv dibe xwedî mal, ne jî di siyasetê da ji miletê xwe ra tu havilê dike.
Ji me ra lê hatiye, Xwedê daye me, lê em nizanin bixun.

Ked û xebeta milet a bi salan dibe keda bersîs û bi avê da dihere. Li başûr, rojava û bakurê Kurdistanê tiştên serokên me anîne serê milet ev e.

XXX

Carnan şansê meriv lêdixe, ji meriv ra li hev tê, fersendeke tarîxê dikeve destê meriv.

Yê erbab be, jîr û zana be, wê fersendê ji dest xwe nade. Yê nezan, ne erbabê karê xwe be, vir da dike, wê da dike, wê fersend, wê îmkanê ji dest xwe dide.

Fersend, lêhatin masî ye, ji destê meriv bifilite hew tê girtin, av û av dihere.

Siyasetmedarên me, serokên me hîn ev yek fêm nekirine, lema ji fersenda ji wan ra peyda bûye sûdê nagirin.

XXX

Xwediyê Tirkiyê Erdogan, ji bo endametiya Swêd ya NATOyê vê carê şertekî nuh daye ber NATOyê, gotiye Tirkiye bikin endamê Yekîtiya Ewrûpayê, ezê jî Swêd bigrim NATOyê.

Heta nuha şert qedexekirina xebatên PKK bû, nuha rengê meselê guherî, îcar şert bû endametiya Yekîtiya Ewrûpayê.

Bizina kol elimiye daniyan, mêrik elimîye devê ewrûpiyan. Heta nuha çi xwestiye danê, lema mêrik jî roj bi roj şertên xwe zêdetir û girantir dike.

Mêrik baş dike, ev newêrek û bêxîretên NATOyê ev rezîlî heq kirine. Heger ne bêşexsîyet bûna ev dîktator li ser xwe hewqasî aşûnî nedikirin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE