09 juli 2023

Çend rismên ji gerra me



Min gotibû ezê çend rismên xwe yên gerra hefta borî parve bikim, lê heta nuha min nekir.
Çimkî ji heq daxistina risman derneketim. Ez nezanekî teknîkê me. Nizanim app mapên telefonan bi kar bînim.
Dema bi telefona xwe risim digrim kanim daxînim û parve bikim, lê dema yek ji min ra dişîne, li eksiyê siwar tê, nikanim parve bikim. Vê carê jî wer bû.Lawikê me Azad risim girtibûn, çend heb bi programa iCloud şandin ser telefona min. 


Min pir li ber da, lê ji heq derneketim daxînim û parve bikim.Min şand ser Gmaila xwe jî nebû, risman xuya nekir.


Min got heta rojekê xortê me yê biçûk hat mal, ezê jê ra bibêjim, bira ji min ra daxîne.



Telefonên wî pir modern e, iPhone ye, ya min Samsungek kevn e.


Xortekî îşev gotiye ka tu yê kînga risman belav bikî?
Du sê rismên bi telefona min girtine ji bo xatirê wî îşev diweşînim.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE