11 juli 2023

Em kurd masiyê biçûk in


Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, dijminatiya kurdan, micadela li dijî kurdan bi Swêd, bi NATOyê, bi Yekîtiya Ewrûpayê, bi Amerîkayê da qebûlkirin.

Gişan soz dan Erdogan, pê ra peyman îmze kirin, gotin soz emê jî bi Tirkiyê ra şerê PKKê, YPGê, PYDê, YPJê û hemû rêxistinên li dijî Tirkiyê bikin.

Hûn vê peymana di nabêna Tirkiyê û Swêd da hatiye îmzekirin wek micadele û neyartiya li dijî her kurdê azadîxwaz fêm bikin. Pûlis îstîxbarata Swêd bi MÎTa Tirkiyê ra ewê wer li pey kurdan bin. Swêd ev soz daye Tirkiyê.

Masîyê mezin masîyê biçûk dixwe.

Em kurd wek milet masîyê biçûk in, Swêd, NATO, Yekîtiya Ewrûpayê û Amerîka jî masîyên mezin in.

Lema gişkan qela xwe kirin yek, soz dan hev, bi hev ra peyman îmze kirin, gotin emê bi hev ra kurdan bixwun, emê nahêlin li Swêd kurd li dijî Tirkiyê tevbilivin.

Him NATO, him jî Tirkiye û Swêd ewê tim li pey kurdan bin, ewê nehêlin kurd bîna xwe bigrin.

Kî li Swêd dijî Tirkiyê dengê xwe bike, Tirkiyê rexne bike, emê mohra terorîstiyê lêxin û teslîmî Tirkiyê bikin.

Serokê Swêd Ulf Kristersson do li Vîlnîusê ev soz da Erdogan, got emê bi Tirkiyê r aşerê kurdan bikin, di vî warî da pê ra peyman îmze kir.

Geh zor zane, geh zêr zane, geh devê tivinga mor zane.
Tim wiha bûye.
Li ba Erdogan him zor heye, him jî zêr.

Mêrik geh gêzerê, geh ço nîşanî ewrûpiyan dide. Herdu jî pere dikin.

Li ba me kurdan ne gêzer heye, ne jî ço. Lema teslîmî Erdoganê dîktator dibin, destê wî toqe dikin, enîya wî maçî dikin, sozê didinê ewê bi wî ra şerê me bikin.

Swêd ji bo Erdogan ne mişk e jî, ev saleke bi berpirsiyarên Swêd dilîzin, ew rzîl û riswa kirin.

Lê mesele hîn neqediya ye, ewê wan hîn rezîl bike. Çimkî "meclîsê" daxwaname hîn îmze nekiriye. Ev Erdogan e, hetanî wê çaxê kane hin surprîzên din bike. Kane bibêje Swêd derza xwe baş çênekir, lema ez îmze nakim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE