Mala rik û bahsê zû, dereng wê rake tûrê parsê. Ev gotineke rast e, dawiya bêtifaqîyê, feqîrî û perîşanîye. Derbederî ye.
Mala tifaq, hevkarî tê da tunebe, tê da dûzan çênabe, tivdîra malê baş nagere.
Çimkî kulfetên malê ne li hev in, her yek serîyekî dikşîne, ji dêlî bi hev
bişêwirin, alîkariya hev bikin, bi hev ra qerez û qayişê dikşînin. Hevdu reş
dikin.
Çimkî di hundur da tim şer û teşxele heye, tu carî rehet nakin, hundur dim kaos
e, bi pêş nakevin.
Ji ber wê jî halê tivdîra me, çerx û dolaba me ya siyasî baş nagere, em kurd wek milet pir perîşan in, halê me ne tu hal e.
Erê dijminên me pir in, zalim in, rehetiyê nasin me, lê sebebê vê perîşaniya me hinekî jî ji me da ye.
Di hundur malê da em ne li hev in, em bêtifaq in, her yek serîyekî dikşîne.
Meriv bi hev ra be şans jî, dost û heval jî, Xwedê jî bi meriv ra ye.
Çûka bi tenê nikane hêlînê çêke, bi kevirekî meriv xaniyek lê nabe.
Bi hev ra meriv kane gelek tiştan bike. Çimkî hêz di yekîtiyê da ye.
Hatina ba ba hev serketin e, meşa bi hev ra pêşketin e,
xebta bi hev ra zafer e.
Henry Ford
Giriyê bi hev ra, kişandina zahmetiyên bi hev ra, bi xwe ra kêf
û kenê bi hev ra tîne.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar