12 juli 2023

Erdogan îro li têleke din xistiye

Li ser endametiya Swêd a NATOyê Erdogan do got, temam e, ezê miracatê îmze bikim.

Mêrik îro li têleke din xistiye, gotiye meclîsa me dike were girtin, heta cotmehê emê bala xwe bidinê hela Swêd dersa xwe çê dike ya na, şertên peymanê bi cî tîne ya na.

Xwedê heye, mêrik pir jîr e, ji bo ku here civînê, bi serokê Amerîkayê Bîden ra rismekî bikşîne, bi sextekarî got erê, lê çer civîn qediya çerx kir, got nuha nabe, ewê bimîne heta cotmehê.

Min zanîbû ewê wiha bike, ewê maneyeke nuh bibîne û miracaeta Swêd îmze neke. Lema do min wiha nivîsî:

”…Lê mesele hîn neqediya ye, ewê wan hîn rezîl bike. Çimkî "meclîsê" daxwaname hîn îmze nekiriye. Ev Erdogan e, hetanî wê çaxê kane hin surprîzên din bike. Kane bibêje Swêd derza xwe baş çênekir, lema ez îmze nakim.”

Mesela girtina meclîsê fir e, Meclîs di 15ê mehê da tê girtin. Heger bixwaze kane hetanî wê çaxê bi meclîsê bide qebûlkirin. 

Kane civîneka îstîsnaî bide çêkirin. Di esasê xwe da meclîs tenê nav e, bixwaze kane sibe meselê hel bike.

Lê nake, dixwaze hin tiştên din bi Swêd bide qebûlkirin, hin loqên din dixwaze.

çimkî mêrik dibîne serokên Swêd û NATO ji mişkan jî xerabtir in. Jê ra lê hatiye, dixwaze tirsonek û bêziravên wiha baş bidoşe.

Serokên Swêd û NATOyê xwe ji efendî ra kirine erd, ew jî baş pê li serê wan dike, gişan baş rezîl û pîs dike. 

Baş dike, van bêşexsîyetan ev rezîlî heq kirine. Bêyî şerm bikin, soza taqîbat û nêçîra kurdan dane Erdogan.  

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE